Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Wê ew biçin em gelê berxwedêr jî em ê bimînin

Endama SKM’ê Yaren Tuncer bertek nîşanê operasyona siyasî ya li hember ESP’ê pêk hatiye da û got: “Heta ku ev şîdeta dewleta faşîst burjuva bidome, em ê jî li pêş wan li ser piyan bisekinin. Hêza ku wan têk bibe jî şoreşger û sosyalîstên bi îrade ne

Navenda Nûçeyan

Zexta ku desthilatdariya AKP-MHP’ê li ser muxalîfan didomînin, bi lez û bez didome. Navenda wê Îzîmrê li 12 bajarî bi awayekî hevdem operasyonên siyasî hatin kirin û di nav de hevseroka ESP’ê Ozlem Gumuştaş û nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Pinar Gayîp jî hebû 48 kes hatin binçavkirin. Piştî vê gelek partiyên siyasî, sazî kesan bertek nîşan da û gotin divê demildest kesên hatine binçavkirin bila bên berdan.

Hevseroka HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglu û endama Lijneya Rêveberiya (MYK) ya Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM) Yaren Tuncer bertek nîşanê operasyonan dan.

‘Ger ev peywira wan be, karê me jî berxwedane’

Pakîze Sînemîllîoglu diyar kir ku li welat kesên li alî bindest, gelan û kurdan bin bi qirkirinê re tên rû hev û got: “ESP jî ku pêkhateya HDP’ê ye. Li sê bajarî bi awayekî hevdem operasyon pêk hat. Heta ku rejîm mahkumê tunebûnê bibe wê ev operasyon jî bidomin. Tu şans tune ye. Nikare pêlê firenê bike, dema pêlê bike dizane ku wê winda bike. Her wiha dizane ku wê di demek nêz de jî wisan bike. Ji ber vê jî zilm û zora xwe zêde dike. Çi ji destê wan tê dikin. Em jî dibêjin ku ger ev peywira wan be ya me jî karê me berxwedan e.

‘Wê ew biçin em gelê berxwedêr jî em ê bimînin’

Pakîzeyê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku wê li dijî vê nelêrêtî, neheqî, dijhiqûqî û bêdadiyê bisekinin û ev tişt daxuyand: “Peywira me jî ev e ku em karê wan vala derxînin. Ji ber vê jî hezm nakin. Girse û gelekî li dijî van dijhiqûqiyan têdikoşin hene. Saet 01.00’ê şevê de bi ser ESP’ê de digirin û talan dikin. Hemû kompîturan desteser dikin. Berê bi dehan carî bi ser HDP’a Wanê de girtin. Em bi zilma dewleteke ku kes ji helîkopteran ve avêtin re rû bi rû ne. Ew wê biçin em ê bi gelê berxwedêr re bimînin. Em ê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin.”

Yaren tuncer jî bi lêv kir ku ev ne operasyona ewil e û wê ne ya dawî be jî. Yarenê destnîşan kir ku di demên dawî de rejîma faşîst êrîşên cidî li hember demokrat û sosyalîstan meşandiye û wiha pê de çû: “Terora binçavkirin û girtinê dimeşînin. Bi dosyayên komployê tên ber deriyên hevalên me. Lê me dosyayên wan yên derewîn gelek caran qelaşt û avêt ser serê wan. Nikarin bi vî awayî pêşî li hebûna me bigirin.”

‘Ditirsin, ji ber wê têk biçin’

Yarenê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ew nikarin pêşî li têkoşîna me bigirin. Ji ber em hebûna xwe ji têkoşîna karkeran, Gelê kurd, jinan û LGBTÎ’yan digirin. Heta ku ev şîdeta dewleta faşîst burjuva bidome, em ê jî li pêş wan li ser piyan bisekinin. Hêza ku wan têk bibe jî şoreşger û sosyalîstên bi îrade ne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar