Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Wê faşîzma AKP-MHP’ê bi destê me hilweşe’

Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê Hêlîn Umît diyar kir ku, ev hilbijartin wê ji bo her beşê civakê bibe destpêkek nû û got "10 sal in em şerê hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê dimeşînin. Eger wê îro hilweşe, ev yek wê bi destê me be. Kurd, hêzên demokrasiyê, rêya sêyemîn wê faşîzmê hilweşîne."

Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Hêlîn Umît tevlî ‘Bernameya Taybet’ a Medya Haberê bû û qala şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê û bandora tevgera azadiyê ya li ser hilbijartinên li Tirkiyeyê û bakûrê Kurdistanê kir.

‘Rêber Apo tu carî nekete xefika wan’

Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Hêlîn Umît destpêkê berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir û hezkirin û hesreta xwe careke din pêşkeş kir.

Hêlîn Umît got, “Ji bo hilbijartinê hefteyek maye. Bêgûman pozîsyona Rêber Apo ne tenê eleqeya xwe bi hilbijartinê re heye. Ji roja avakirina sîstema qirkirinê ya Îmraliyê û vir ve di nava 25 salan de êrîşên cihêreng li hemberî gelê kurd hatin kirin. Bi nêzîkatiyeke mîna amûrê nêzî Îmraliyê bû, nêzî Rêber Apo bûn. Di demeke nêz de jî; beriya salekê, beriya du salan, di hilbijartinên beriya niha de hêzên desthilatdariyê, bi taybetî jî AKP-MHP’ê li dijî hêzên azadiyê yên gelê kurd hewl dan ku Rêber Apo bi kar bînin. Lê belê rastiya Rêber Apo, saziya rêbertî li vê yekê girtî ye. Ti carî nekete xefika wan.”

‘Bi saya berxwedana Gerîla îro faşîzm hatiye ber têkçûnê’

Di dewama axaftina xwe de Hêlîn Umît bal kişand ser şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê û got, “Gerîlayên me yên HPG û YJA Starê mohra xwe li vê salê xistin. Eger niha qala hilbijartinê tê kirin, eger hilbijartin di atmosfereke ‘demokratîk’ de dikare bê nîqaşkirin, ya jî eger qala hêviyek ji bo têkbirina desthilatdariyê ya di hilbijartinê de tê kirin, garantora vê yekê têkoşîna me ye. Eger bi rastî jî li Zap, Avaşîn, Metîna, Heftanînê pêşî li dagirkeran nehatibûya girtin, dibe ku îsal hilbijartin nehatibûya kirin, wê tiştekî din hatibûya îlankirin.”

Hêlîn Umît got, “Rast e me gelek berdêl dan, gelek hevalên me şehîd bûn. Ji ber ku şerekî gelekî giran e. Lê belê sekna fedaî ya li hemberî vî şerî, kir ku di konjonktura heyî de AKP-MHP bigihêje ber têkçûnê.”

Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Hêlîn Umît diyar kir ku di vê demê de êrîşê fîzîkî li gel biryara bêçalakîtiyê ya gerîla jî dewam dikin û got, “Êrîşên ji bo tasfiyekirina gerîla hem li bakûrê Kurdistanê, hem li başûrê Kurdistanê, li Rojava, yanî li her devera ku kurd lê ne, li her devera ku PKK lê ye li dijî tevgera me ya azadiyê êrîşên tasfiyekirina fîzîkî dewam dikin. Her wiha êrîşên şerê taybet jî giran kirine ku pêwendiya vê yekê bi hilbijartinê jî heye.”

‘Gerîla navenda moralê ye’

Hêlîn Umît destnîşan kir ku gerîla hêmanê esasî yê têkoşîna demokrasî û azadiyê ye û wiha dewam kir, “Belê, dibe ku li her derê hêza gerîla tune be, lê belê hebûna gerîla, ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo tevahiya gelê herêmê, gelên Tirkiyeyê û hemû gelan hêvî ye, nîşaneya berxwedanê ye. Ji ber ku rewş bi vî rengî ye, yanî gerîla navenda moralê ye, dewleta tirk êrîşên şerê taybet zêde kiriye.”

‘Divê kes ji provakasyonên AKP-MHP’ê  netirse’

Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Hêlîn Umît anî ziman ku hilbijartina di 14’ê Gulanê de bê kirin hilbijartineke krîtîk e û got, “Lewma provokasyonên ku di dema dawî de têne kirin wê dewam bikin. Vê karim bibêjim; heta roja dawî ya hilbijartinê wê dewam bike. Divê kes netirse. Ji ber ku êdî ji vê û wêdetir nîne. Çi ji destê rejîma tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê dihat hemû kir. Zilm nema ku di nava 10 salan de li gelê kurd nekirin. Derd nema ku bi hêzên demokrasiyê nedan kişandin.”

Hêlîn Umît destnîşan kir ku îradeya demokrasiyê ya ku li Kurdistanê û Tirkiyeyê derketiye holê ew gelekî hêja û bi wate dibînin û wiha dewam kir, “Em dixwazin vê yekê biparêzin. Bêgûman naxwazin ku ji hev belav bibin. Binihêrin, Erdogan radibe rûdinê ji ber vê yekê bi hêrs dibe. Dike nake qebûl nake ku çawa dibe aqlê kurdan heye û stratejiyekê diyar dike? Niha propagandaya xwe ya esasî li ser çi dimeşîne? Dibêje; çima Qendîl wê piştgiriyê bide Tifaqa Milet? Stratejiya xwe hemû li ser vê ava kiriye. Çima kurd wê dengê xwe bidin Kiliçdaroglû? Jê re bûye derdek. Ji xwe ji ber ku mirovekî bi kompleks e, dema ku ew neyê tercîhkirin hingî dikeve panîkê. Yanî dikeve nava tirs û fikaran. Dixwaze her tiştî, her kesî teslîm bigire.

‘Heger îro faşîzm hildiweşe ev bi saya me kurdan û hêzên demokrasiyê ye’

Şertekî demokrasiyê ye; her kes li gorî berjewendiyên xwe dikare polîtîkayeke cûda bimeşîne. Bi Tifaqa Milet re wê têkiliyeke me ya çawa hebe. Em rêya xwe diyar dikin. 10 sal in şerê hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê dimeşînin. Eger wê îro hilweşe, em ê wê hilweşînin, kurd wê hilweşînin, hêzên demokrasiyê wê hilweşînin, Rêya Sêyemîn wê hilweşîne. Yanî bila kurdan weke amûrekê nebînin û nebêjin ku karin bi rêya vê yekê encamekê bi dest bixin. Kes nikare bi vî rengî gavê bi me bi paşve bidin avêtin. Belê dibe ku bandorê li mirovên nezan yên ji gelên Tirkiyeyê bikin, ez ji bo wan tiştekî nabêjim.”

‘AKP’ê înada kurdan înada Rêber Apo û înada PKK’ê hêm kir’

Hêlîn Umît bi bîr xist ku rejîma AKP-MHP’ê propagandaya xwe li dijî PKK’ê dike û got, “Hem dibêjin PKK tune ye, qediya ye, hem jî di nava ewqas nakokiyan de ne. Bila bibêjin, em nikarin bi PKK’ê, ewqasî bandorê li me dike, di qedera me de diyarker e. Bila li vê yekê mikur bên. Yan jî bila bibêjin qediya ye, hingî pêwîstî bi vî şerî nîne. Bila giraniyê bidin ser pirsgirêkên bingehîn ên civakê. Vê jî nikarin bikin. Di rewşa heyî de ne.

AKP bi înada kurdan, înada Apo, înada PKK’ê nizanîbû, di nava 10 salên dawî de hîn bû, fêhm kir.

‘Divê gelên Derya Reş xwedî li eslê xwe derkeve’

Bi vê wesîleyê ez dixwazim ji bo civaka Derya Reş biaxivim. Ez bi xwe li Derya Reş mezin bûm. Civaka Derya Reş civakeke rengareng e. Niha kirine yek reng. Gelek kurd li taxên Derya Reş mezin bûn, di nava Lazan de mezin bûn. Laz komeke etnîkî ye. Niha lê dinihêrim, ew laz li ku ne? Laz ên leheng, piştevan, parvekar, ew lazên ku zimanê wan cûda ye, çanda wan cûda ye, muzîka wan cûda ye, kêfxweşiya wan cûda ye, têkiliyên wan ên civakî cûda ne, gelo li ku ne? Di dema AKP-MHP’ê de Derya Reş hate têkbirin. Ji aliyê aborî ve nabêjim, ji aliyê civakî ve têk birin.”

Hêlîn Umît got, “Bang li mirovên vê cografyayê dikim ku li nasnameya xwe vegerin. Kes ne mecbûr e ku bibe tirk. Tirkiyeyîbûyîn tiştekî cûda ye. Tirkiyeyî dikare bibe nasnameyeke jorîn. Kes li ber vê ranabe. Hingî wê ew nîqaşên li ser alê bibe xwedî wate. Hingî her kes wê xwedî li wê alê derkeve, ew al wê karibe bibe ala her kesî. Gelên herêmê, yanî gelên li Tirkiyeyê kurd, tirk, laz, çerkes, pomak dikarin bi hev re bin. Bi nasnameyên xwe dikarin hebûna xwe biparêzin.

Ez gelekî li ber rewşa li Derya Reş dikevim. Kirin keleha neteweperestiyê. Mirovên ji Derya Reş bi taybetî jî laz, gelên din ên ku min qala wan kir, divê teqez li vê yekê bipirsin. Naxwe wê nikaribin xwedî li bîranîna pêşiyên xwe û dîroka xwe derkevin. Tişta herî nebaş jî ev e.

Lİ ser vê bingehê bang li gelên Tirkiyeyê dikim ku di vê hilbijartinê de xwedî li nirxên xwe yên civakî derkevin. Ji bo vê jî dibêjim Rêya Sêyemîn, Tifaqa Ked û Azadiyê. Ji ber ku nasnameya vê Tifaqa Ked û Azadiyê ye. Ji ber ku Tifaqa Ked û Azadiyê tifaqa demokrasiyê ye. Demokrasî sîstema pirrengî ye. Sîstema pirnasnameyî ıye. Bang li her kesî dikim ku di Tifaqa Ked û Azadiyê de Tirkiyeya nû biafirînin. Bi vî rengî em dikarin derman ji derdê xwe re bibînin.”

‘Qedera hilbijartinê wê ji aliyê ciwanan ve bê diyarkirin’

Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Hêlîn Umît têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê bal kişand ser rola ciwanan û got, “Qedera hilbijartinê wê ji aliyê ciwanan ve bê diyarkirin. Nêzî 6 milyon ciwan wê cara yekemîn di vê hilbijartinê de dengê xwe bidin. Li dijî me pêleke mezin a şer û êrîşê heye. Lê belê di heman demê de têkoşîneke me ya destanî ya ji 50 salan heye. Ev ciwan hemû bi çîrokên vê yekê mezin bûn. Bi taybetî li Kurdistanê şehîdê her gund û malekê heye. Her kes, her ciwan, her mirovên ku namûsa civakî pê re heye wê xwedî li nirxên xwe derkeve. Em di wê baweriyê de ne ku li ser vê bingehê wê sekneke siyasî nîşan bidin û tevlî bibin.”

‘Banga min ji herkesî re ew e ku biçin ser sindoqan’  

Hêlîn Umît got, “Bi rastî jî hilbijartineke dîrokî ye. Encamên xwe wê diyarker be. Li ser vê bingehê bang li her kesî dikim ku bi berpirsyariyeke mezin tevbigerin. Yanî dem ne dema şikestin, xeyidê û nîqaşkirina daxûyaniyên hin deman e. Eger rojevên bi vî rengî hebe, rejîma AKP-MHP’ê tiştên bi vî rengî yên şerê taybet dixe nava rojeva gelê kurd, hewl dide tevlîheviyê çêbike, kurdan berde hev û bike ku hev neecibînin. Hewl didin welê nîşan bidin ku kurd bi hev re nikarin karekî bikin, di encamê de jî sîstema serwer a tirk weke rê nîşan didin. Divê helwest li hemberî vê yekê bê nîşandan, nakokî li aliyekî bê danîn û her kes bi berpirsyariya xwe ya dîrokî tevbigere. Ez di wê baweriyê de me ku sibeha 15’ê Gulanê wê ji bo Tirkiye û Kurdistanê nûbûnekê bi xwe re bîne. Wê faşîzma AKP-MHP hilweşe. Wê li Tirkiyeyê têkoşîna demokrasiyê bikeve serdemeke nû. Têkoşîn wê neqede. Em bi vî rengî nêzîk dibin. Em ê bikevin nava demeke nû, bikevin pêvajoyeke nû ya têkoşînê. Li ser vê bingehê ez bang li jinan, ciwanan, tevahiya gelê kurd, hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê, gelên Tirkiyeyê, cihêrengî, dewlemendî, nasnameyên li Tirkiyeyê, Elewiyan dikim ku li ser vê bingehê tevlî bibin. Serkeftinê dixwazim.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar