Helwesta Cîhan, Nazim û şoreşgerên Tişrînê wê serkeftinê bîne

Dewleta Tirk dagirker û qirker e, bi taybet jî kujerê jin û rojnamevanan e. Vê dewleta dagirker û qirker dîsa du hevalên me yê...

Dijmin û kujerê rojnamegeran

Dewleta Tirkiyeyê li nava sînorê xwe rojnamegeran digire û davêje zindanê. Li dervê sînorê xwe jî êrîşî rojnamegeran dike û qetil dike. Em dema...

Perşembe - 26 Aralık 2024

Wê li Enqereyê daxwaza azadiya Rêber Apo bikin

Kesên tevlî meşa azadiyê bûne diyar kirin ku ew ê li Enqereyê banga rakirina tecrîda li ser Rêber Apo bikin û wiha gotin: “Em ê li Enqereyê bang li rayedarên desthilatdariyê bikin û bêjin; mifteya çareseriyê li girava Îmraliyê ye û birêz Abdullah Ocalan e. Heke tecrîd rabe, azadiya fizîkî ya birêz Ocalan pêk were, dê çareserî hêsantir be.

Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk bi dirûşma “Meşa çareseriya demokratîk û azadiyê” ji Amedê ber bi Enqereyê ve di 16’ê Kanûnê de hatibû destpêkirin bi rêzeçalakiyên cuda berdewam dike û dê sibê li Enqereyê bi dawî bibe. Çalakvanên meşê û rewşenbîrên Tirkiyeyê dê 20’ê Kanûnê li Enqereyê bicivin û li ber Meclisê deklarasyona ji bo çareseriyê û azadiyê aşkere bikin. Kesên tevlî meşê bûne ji Ajansa Welat re axivîn.

Azîz Ozkan ku ji qada kedê beşdar bûye diyar kir ku rewşenbîrên Tirkiyeyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bangek û dengek dan Kurdistanê û wiha got: “Me jî li Amedê banga wan pêşwazî kir û me got em ê bi meşê vê banga wan bibersivînin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û Kurdistanê em ji Amedê dimeşin Enqereyê. Ji bo pênaseya hiqûqê û nasîna hiqûqê, ji bo krîzên qada kedê, ji bo hemû pirsgirêkên civakî em dimeşin. Em ê li ber Meclisa Tirkiyeyê em ê bang li desthialtdariyê bikin û bêjin ji bo bi awayek demokratîk pirsgirêka Kurd çareser bibe, guhd bidin banga me. Em ê bang bikin ku tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin. Îro tecrîd li her qadê belav bûye. Ked, civak û her der tê tecrîdkirin. Lewma em bi vê meşê dixwazin ku dawî li tecrîdê were.”

Hevserokê Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Zeynel Kete jî ku di meşê de cih digire axivî û anî ziman ku ew wek meşvanên azadîxwaz û aştîxwaz ji bo çareseriyê derketine rê û wiha got: “Sed sal e komara Tirkiyeyê xwe ava kiriye ji roja destpêkê heta îro gelê Kurd û civaka elewî înkar dike. Gelê Kurd nikare xwe li ser dîroka xwe nîşan bide. Nahêlin ku xweseriya xwe ava bikin. Her tim me bindest kirin. Zilm û zor li me hat kirin. 40 sal in li ser vê erdê şerekî mezin û bi gemar heye. Li ser gelê Kurd û elewiyan û netewên din lîstikên gemar tê meşandin. Em jî dixwazin ji îro şûn ve jiyanek azad a nû û jiyanek bi rûmet bê avakirin. Em dixwazin aştiyek civakî pêk bînin û aştî jiyana me ye. Em dibêjin bila her kes bi çand û hebûna xwe li ser axa xwe bijî. Bila kes li ser axa xwe biyanî nebe. Ji bo vê yekê me dest bi vê meşê kir.”

Endamê Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK) Emîn Ay jî wiha axuvî: “Armanca meşa me jî ew e ku em aştiyek civakî û mayînde pêk bînin. Li aliyekî Rojava li dijî gelan şer heye û komkujî pêk tên. Dixwazin destkeftiyên Rojava ji holê rakin. Em di vê meşa xwe de êrişên li dijî Rojava jî şermezar bikin. Em ê li Enqereyê bang li rayedarên desthilatdariyê bikin û bêjin; mifteya çareseriyê li girava Îmraliyê ye û birêz Abdullah Ocalan e. Heke tecrîd rabe, azadiya fizîkî ya birêz Ocalan pêk were, dê çareserî hêsantir be. Em dibêjin bila bi lezgînî çareseriya demokratîk pêk were.”

Çalakvanên meşê: Em ê banga mîsogeriya aştiya civakî bikin

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar