Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Wê li seranserê Ewropayê ji CPT re name bên şandin

Konseya Ewropayê û CPT li dijî tecrîdê bêdengiya xwe didomînin û ji Almanyayê ji 6 hezarî zêdetir name ji CPT re hatin şandin. Kampanya nameyan ku daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dike wê 27’ê gulanê de Belçîka dewr bigire.

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku 26 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda mûtleq de tê girtin û 38 meh in tu agahî jê nayê girtin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di asta kurewî de kampanya “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pisgirêka kurd re çareseriya siyasî” hat destpêkirin û di qonaxa duyemîn de didome. Di çarçoveya kampanyayê de Tevgera Jinên Kurd li Ewrpayê çalakiyan didomîne.

Di çarçoveya kampanya hatiye destpêkirin de li Ewropayê Tevgera Jinên Kurd jî kampanyayan pêk tîne. Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) kampanyaya “Hezar jin, yek deng” û kampanya ji CPT’yê re name şandin dan destpêkirin û xebatên xwe didomînin.

Starta kampanya şandina nameyan ewi li Berlîn a Almanyaye hat dayîn û di nameyê de îfadeyên wekê “Sê sal in agahî ji birêz Ocalan nayê girtin ev rewş êdî nikare me li malên me bide runiştandin. Em wek jinên kurd di ferqa vê pergala qirkirinê ya li Îmraliyê pêk tê ye, de ne. Em vê nameyên ji bo ku hûn fikarên me ji holê rabikin dinivîsin. Pirsa me pir zelal e. CPT wê der barê tenduristiya Abdullah Ocalan, ewlehiya wî de daxuyaniyeke ku me Jinên kurd û gelê kurd tat bike bide gelo?” cih girtibûn. Heta niha li Almanyayê ji 31 bajarî ji ser 6 hezarî namze ji CPT re hatin şandin

Kampanya nameyan plansaziya sê mehan ava kiriye û li gelek bajarên Ewropayê heta li gelek deverên cîhanê bi hezaran jinî nameyên xwe ji CPT re şandin. Lingê kampanya nameyan a Almanyayê 25’ê gulanê de bidawî bû û wê 27’ê Gulanê de Belçîka dewr bigire. Di 27’ê gulanê de li Liége, 28’ê Gulanê de li Bruksel, 29’ê gulanê de jî Anvers wê li dijî tecrîdê ji CPT re nameyan bişîne.

Kampanya ku Nîsanê de dest pê kir wê 8’ê tîrmehê de li bajarê Oslo ya Îskandînavyayê bidawî bibe û jin wê bi pêngaveke nû heta tecrîd bê şikandin wê çalakiyên xwe bidomînin. Rojên pêş de welatên ku namzeyan bişînin wiha ne:

Hollanda

30’ê gulanê: Arnheim

31’ê gulanê: Amsterdam

1’ê hezîranê: Rotterdam

3’yê hezîranê: Den Haag

Fransa

4’ê hezîranê: Mulhouse

5’ê hezîranê: Reimse

6’ê hezîranê: Dransy

7’ê hezîranê: Villiers Lê Bel

8’ê hezîranê: Évery

10’ê hezîranê: Rennes

11’ê hezîranê: Toulouse

12’ê hezîranê: Bordeaux

13’ê hezîranê: Villeneune

14’ê hezîranê: Montes-La-Joli

15’ê hezîranê: Parîs

17’ê hezîranê: Strasburg

18’ê hezîranê: Marsilya

Swîsre

19’ê hezîranê Cenevre

20’ê hezîranê: Zurich

21’ê hezîranê: Aarau

22’yê hezîranê: Basel

24’ê hezîranê: St. Gallen

25’ê hezîranê: Luzern

26’ê hezîranê: Bern

Îngîlistan

27’ê hezîranê: London

Awûstûrya

28’ê hezîranê: Viyena

1’ê tîrmehê: Linz

2’yê tîrmehê: Graz

3’yê tîrmehê: Însbruck

4’ê tîrmehê: Bregenz 

Skandinavya

5’ê tîrmehê: Kopenhagen

6’ê tîrmehê: Stockholm

8’ê tîrmehê: Oslo

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar