Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Wê qesr û qonaxên we sûcên mirovahiyê ronî nekin’

Çalakiyên Xizmên windayan û Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî li Amed, Êlih û Stenbolê pêk hatin. Di çalakiyan de aqûbeta windayan hat pirsîn û hat gotin ku dê qesr û qonaxên we sûcên mirovahiyê ronî nekin

Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta xizmên xwe bipirsin û fail bên darizandin xwestin di hefteya 722’yemîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar bixin lê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Tevî ku polîsan kolana avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) ya Stenbolê dorpêç kir jî Dayikên Şemiyê li vir kom bûn û çalakiya haftane li dar xistin.

Parlamenterên HDP’ê Oya Ersoy, Huda Kaya û Musa Pîroglu û gelek mirovên şemiyê beşdarî çalakiyê bûn. Vê hefteyê li aqûbeta Seroka Şaxa Saglik-Senê ya Enqereyê dermansaz Ayşenûr Şîmşek a ku di 24’ê çileya 1995’an de hat windakirin û di 12’ê nîsana 1995’an de cenazeyê wê li Goristana Bêkesan a Kirikkale hat dîtin pirsîn û xwestin kiryarên wê bên darizandin

Mirova Şemiyê Îkbal Eren daxuyaniya vê hefteyê xwend û got: “Em ji bo Ayşenûr Şîmşek û windayên xwe edaletê dixwazin. Sedema hebûna dewletê temînata hiqûqê ye. Heta em windayên xwe bibînin û fail bên darizandin em ê di daxwaza edaletê de israr bikin.” Eren piştî van gotinan çîroka windabûna Ayşenûr Şîmşek parve kir û got Şîmşek di 27 saliya xwe hat windakirin.

Sûcên mirovahiyê safî bikin

Piştî Eren, birayê Şîmşek Ercan Şîmşek jî axivî û wiha got: “Xwişka min ji bo civakek bi aştiyane û cîhanek adil têdikoşiya. Kesên wê li pêşiya pergala mêtingeriyê asteng dîtin qetil kirin. Ew kesên wê bi bêbextî qetil kirin li ku ne? Ew kesên ferman dan li ku ne? Hûn kesên dewletê birêve dibin we got em ê cînayetan ronî bikin. Vê ji bîr nekin ev îmtîhana we ye jî. Yên dewletê birêve dibin, rê, pir û qesrên we çêkirin e her tim dê di bin siya sûcên mirovahiyê ku we ronî nekiriye de bimînin. Îro em li vir dibînin Ayşe û yên wek wê jiyanek bi rûmet berdewam dikin.”

Xizmên Windayan abûbeta windayan pirsîn

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Êlihê û xizmên windayan di hefteya 426’an de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Kolana Gulistanê kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Ji hefteya 405’an heta niha xizmên windayan rastî astengiya polîsan dihatin û nekarîbûn li derve daxuyaniyê bidin. Xizmên Windayan bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û girtiyên siyasî ku li dijî tecrîdê ketine greva birçibûnê û destnîşan kirin ku daxwazên Guven û girtiyan, di heman demê de daxwazên wan in jî. Di çalakiyê de aqûbeta Mehmet Şîrîn Maltu yê di 1995’an de li mezra Zediya ya Hezoya Êlihê ji aliyê leşker û polîsan ve hat binçavkirin û piştre agahî jê nehat girtin pirsîn.

Li Amedê jî Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi heman armancê xwestin li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşuyolu daxuyanî bidin. Lê ji ber polîsan Parka Koşuyolu dorpêç kiribûn malbatan li avahiya ÎHD’ê ya Amedê daxuyanî dan. ÎHD’ê û Xizmên Windayan vê hefteyê aqûbeta Bedrî Alagam ê di 25’ê çileya 1995’an de li navçeya Sûrê hat binçavkirin û windakirin pirsîn.

Çalakî piştî aqûbeta windayan bi rûniştina 5 deqeyan bi dawî bû. STENBOL/ AMED / ÊLIH 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar