Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Wê rewşa girtina rojnamegeran ji nêz ve bê şopandin

Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya li Cinêvê têkildarî operasyona li dijî rojnamegeran daxûyanî da û got: “Ew ê rewşa rojnamegeran ji nêz ve bişopînin û wê raporekê radestî Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY’yê û Konseya Mafên Mirovan bike.”

Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) di civîna xwe ya heftane de rojnamegerên di çarçoveya operasyona navenda wê Amedê de hatin girtin û binçavkirin nîqaş kir. Di civînê de biryar hate dayîn ku rewşa rojnamegeran ji nêz ve bişopînin. Yekîneya Raportora Taybet a Têkildarî Azadiya Fikr û Xweîfadekirinê û Raportora Taybet a Têkildarî Parastina Mafên Mirovan dê têkildarî girtin û binçavkirinan agahî û belgeyan kom bike û rapora têkildarî mijarê pêşkeşî Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY’yê û Konseya Mafên Mirovan bike.

Piştgiriya bi rojnamevanan re berfireh dibe

Bertekên li dijî girtin û binçavkirinan berdewam in. Bi pêşengtiya Komeleya Rojnamegerên Kurdistanê ku navenda wê li Swîsreyê ye, “Kampanyaya Îmzeyan a Piştevaniya bi Çapemeniya Kurd re” hate destpêkirin. Heta niha Parlamentera Federal a Swîsreyê Laurence Fehlmann Rielle, Parlamenterê Federal ê berê Jean Ziegler, hîndekar û dîroknas Dr. Peter Hug, rojnameger û Seroka Southall Black Sistersê ya li Londonê Rahila Gupta, rojnamegerê arjantînî Juan Gasparini,  Endama Lijneya Rêveberiya Weqfa Paul Grüningerê Valérie Boillat, Cîgira Serokê Sendîkaya Xizmetên Cemaweriyê (Syndicat Suisse des Services Publics-SSP) Cora Antonioli, ji Sendîkeya USE ya Belçîkayê Baptiste Cassart et Bertil Munk û ji Sendîkaya Jeunes FGTB a Belçîkayê Raphaël D’Elia jî di nav de gelek parlamenter, rojnameger, hunermend û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî piştgirî dan kampanyayê.

Sendîkaya Çapemeniyê ya Swîsreyê ket nav tevgerê

Di heman demê de Sendîkaya Rojnamegeran a Swîsreyê Impressumê jî da zanîn ku têkildarî mijarê bi saziyên çapemeniyê yên navneteweyî re peywendî danîne û bi hev re tevdigerin. Impressumê di heman demê ji Wezareta Karên Derve re nameyek şand û bang kir lê kir ji bo Tirkiye rêzê ji bo azadiya çapemeniyê û azadiya xweîfadekirinê bigire, bikevin nava liv û tevgerê. Di heman demê de sendîkayê ji bo Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya Swîsreyê jî nameyek şand û xwest ku dawî li zextên ser azadiya fikr û xweîfadekirinê bînin û rojnamegeran berdin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar