Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Wê Tetwanê bi pergala hevserokatiyê bi rê ve bibin

Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiya Tetwanê diyar kir ku jin bi sedsalane li dijî zîhniyeta serdest têdikoşin û wiha axivî: “Qeyûm çawa hatin navenda jinê girt. Em ê pêşiya vê bigirin. Em ê Tetwanê bikin bajarê jinê. Em ê bi pergala hevserokatiyê re projeyan bikin jiyanê.”

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li seranserê bakurê Kurdistan û gelek bajarên Tirkiyeyê dest bi xebatên hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê kirin û xebatên xwe bênavber didomin. Li Kurdistanê welatî eleqeyek mezin nîşanê DEM Partiyê didin û rêveberiya qeyûman qebûl nakin. Namzeta hevşaredariyê ya Tetwanê ya DEM partiyê Belkîza Epozdemîr derbarê xebatên şaredariyê, modela hevserokatî, projeyên wê pêk bînin axivî. Belkîza Ezopdemîr ku malbata wê xwedî nêrînek siyasiye, bi salan e li navend, navçe û taxan dixebite û ji 1999’an heta niha li gelek bajar û navçeyan hevserokatî kiriye. Belkîza ku du deman li Komeleya Mafê Mirovan  (ÎHD) rêveberî kir, li Sêrtê du deman di şaredariya HDP’ê de hevşaredarî kir. Bi tayînkirina qeyûman re hat girtin lê tevî hemû êrîş û zextan dest ji têkoşînê berneda.

Belkîzayê wiha dirêjî daye: “Tu tiştekî Perava Tetwanê ji ya Ege, Marmara, Behrareş kêmtir nîne. Em ê van peravan hîn bêtir pêş bixînin. Ji bo Tetwanê gelek projeyên me yên xweş hene. Tetwan bajarekî peravê ye. Lê perav ji çop û qirêjiyê xwedî dibe. Gelê Tetwanê vê heq nake. Em ê bi gel re gelek pirsgirêkan çareser bikin. Em ji vir derketin rê. Tetwan xwedî cihekî taybete. Hem bi çana xwe hem bi sanayî hem bi sewalkarî hem di alî şaredariyê de. Bi projeyan ev wê hîn bêtir pêş bixin. Dora bajar hemû av e lê pirsgisrêka avê heye. Çawa dibe pisgirêka avê heye. Ev jî pratîka şaredariya AKP’ê ye

Belkîzayê destnîşan kir ku çawa şaredariyê bigirin wê hemû pirsgirêkan çareser bikin û wiha dirêjî daye: “Em ê ji pisgirêkên bajar hemû bi hev re bixebitin. Em soza vê didin. Jin wek her derê li Tetwanê jî hepsê nav çar dîwaran hatine kirin. Qeyûm çawa hatin navenda jinê girt. Em vê dibêjin. Em ê pêşiya vê bigirin. Em ê Tetwanê bikin bajarê jinê. Em ê bi pergala hevserokatiyê re projeyan bikin jiyanê. Jin bi  sedsalane li dijî zîhniyeta serdest têdikoşin.

Belkîzayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê hêjayî vî bajarî bixebitin. Em ê bi gel re hilberînin û bi hev re bikar bînin. Pirsgirêka taxekê em ê bi gel re çareser bikin. Em ê bi hev re çareseriya biafirînin. Ev meheke em xebatên hilbijartinê didomînin. Em ê şaredariyê ji rêveberiya AKP’ê xilas bikin. Ne ez, bi feraseta em ê biryarên xwe bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar