PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Pazar - 24 Kasım 2024

Weber: Divê dawî li lîstikên Erdogan bînin!

Beriya lûtkeya lîderan serokê Koma Partiya Gel a Ewropayê Manfred Weber got ku divê dawî li lîstik û provakasyonên Erdogan bê anîn û daxwaza pêkanîna ambargoya çekan li Tirkiyeyê kir

Têkiliyên rejîma Erdogan a tevî hemû hişyariyan provakasyonên xwe yên li behra Spî li paytexta Belçîka Brûkselê di civîna Yekitiya Ewropayê (YE) de bê nirxandin.

Qibris û Yewnanistanê bi israr daxwaza pêkanînan ji bo Tirkiyeyê dubare kirin, serokê Koma Partiya Gel a Ewropayê (EVP) ya yek ji koma herî mezin a PE’yê ye Manfred Weber jî bang li lîderan kir û got ku divê dawî li lîstik û provakasyonên Erdogan bînin û daxwaza pêkanînên hişk ji bo li ser Tirkiye bê sepandin kir.

Weber ê ji Rojnameya Bîld a yek ji rojnameya herî xwedî tîraj a Almanyayê re axivî, diyar kir ku li şûna pêkanîn li ser mirovên Tirkiyeyê, divê li ser hikûmeta Enqereyê bê pêkanîn.

Weber ê bi taybet bang li Almanya û Fransayê kir û wiha got: “Divê hikûmetên Almanya û Fransayê wisa pir nefikirin, tavilê firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê bidin sekinandin.”

Tevî Yewnanistan, Qibris, Fransa, Ewûstûrya û Lûksemborûg bi israr dixwazin pêkanîn li ser Tirkiyeyê bê ferzkirin jî lê Almanya hê jî daxuyaniyên nerm dide.

Li gorî nûçeya Reûtersê ku metna pêkanîna ku wê li lûtkeya lîderan bê pêşkêşkirin bi destxist, îdîa kir ku ji sala 2019’an ve li hemberî Tirkiyeyê pêkanînên ku bên kirin lîsteya wan hatiye amadekirin û di rewşekê de ku berfirehkirina pêkanînan bê erêkirin, wê bê firehkirin jî.

Dîplomatekî Qibrisî ku ev metin piştrast kir, ji bo lîsteyên nû amadekirin jî girîng pênase kir. BRÛKSEL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar