Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

‘Wefata Bavê Şêx windahî û êşeke giran e’

Navenda Nûçeyan |

Şêx Xerto Hecî Îsmaîl ku wekî ‘Bavê Şêx’ dihate nasîn di 87 saliya xwe de duh li nexweşxaneyeke li bajarê Hewlêrê yê başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da.

Têkildarî wefata rêberê Rûhanî Bavê Şêx Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê, Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ), Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), YBŞ û YJŞ’ê peyama sersaxiyê weşandin.

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê di peyama sersaxiya xwe de diyar kir ku windahî û eşek giran e û wiha got: “Yekitî daxwaza wî ya herî mezin bû. Bi yekitiyê û avakirina sîstema xweseriya demokratîk dikare bersiv ji bîranîna wî re bê dayîn.”

MXDŞ’ê jî di peyama xwe de da zanîn ku Baba Şêx di rojên teng de li kêleka civaka wan bûye û xwedî hewldanek çêker bûye û diyar kir ku ku Baba Şêx bi kesayeta xwe ya xwe ya rêzdar, bû nasname û pêşengê civakê.

Bi heman armancî TAJÊ’yê jî peyama sersaxiyê weşand û wiha got: Baba Şêx yek ji kesayetên herî zêde li tifaqa êzidiyan digeriya. Her tim dixwest tifaqa wan çêke. Tu carî xwe neda aliya kesekî. Ji bo wî hemû êzidî wekhev bû. Em weke tevgera azadiya jinên êzidî ji bo hemû civaka êzidî û bi taybet jî jina êzidî sersaxiyê dixwazin.”

Her wiha YBŞ û YJŞ’ê li ser wefata Baba Şêx peyamek weşand û sersaxî xwest. Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi koçkirina Bab Şêx re valehiyeke mezin çêbûye, ew hêvî dikin ku valahiya ku ji ber koça dawî ya Bab Şêx çêbûyî were dagirtin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar