Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Wehşeta li Efrînê vegot: Leşkerên tirk 2 keç li ber çavên min tecawiz kirin

Ehmed Silêman di Berxwedana Serdemê de ji hêla artêşa tirk ve hate dîlgirtin. Silêman got ku artêşa tirk benzîn berdaye ser wî û şewitandî ye, 2 keç li ber çavên wî tecawiz kirine, di îşkenceyê de 11 diranên wî hatine kişandin û gelek îşkenceyên din ên hovane li wî hatine kirin

Dewleta tirk û komên çete ji roja destpêkê ya êrîşên li dijî Efrînê ve, li ser gelê Efrînê zilmeke bêeman meşand. Girtin, revandin, kuştin û destdirêjî tenê çend ji van sûcên li dijî mirovahiyê ne. Yek ji efrîniyên ku rastî vê zilmê hatî û şahidiya hovîtiyên mezin kirî jî Ehmed Silêman (40) e. Silêman serpêhatiya xwe ji ANHA’yê bi Arif Silêman û Mihemed Ebdo re parve kir.

Ehmed Silêman ji şêniyên herêma Efrînê ye û li taxa Şêxmeqsûd a Helebê endamê Hêzên Asayîşê bû. Silêman di Berxwedana Serdemê de jî tevî komeke hevalên xwe di 16’ê sibata 2018’an de derbasî Efrînê bû. Ehmed dibêje ku wî nekarî xwe li hemberî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê bigire û wiha domand: “Welatê min rastî êrîşên hovane dihat û min nedikarî bisekinim. Tev li parastina xaka xwe bûm.”

Dîl dikeve

Silêman piştre jî tevî komeke hevalên xwe li Cindirêsê tê peywirdarkirin. Silêman got ku li noqteyeke leşkerî ya Cindirêsê 15 rojan dimîne û wiha dom kir: “Êrîş gelek giran bûn û herêm hate dorpêçkirin. Şer li Cindirêsê giran bû. Artêşa tirk û çeteyên wê bi bombebaran û topbaranê her tiştên li herêmê dirûxand. Di 8’ê adara 2018’an de biryara vekişînê ji me re hat. Hinek heval vekişiyan lê bombebaraneke giran hebû û me nekarî vekişîn. Me erdnîgariya herêmê jî baş nedizanî. Ez dîl ketim destê çeteyan.”

Kêliyên wehşetê vegot

Kêliyên dîlgirtinê jî Silêman wiha vedibêje:

“Çavên min girtin û ez birim cihekî nediyar. Min biryar da ku bibêjim ez sivîlim. Gelek îşkence li min kirin. Çeteyekî ku fermana xwe ji efserekî tirk digirt, kêr xist qirika min û got; ‘Ev kafir e û ez ê ji bo ku biçim bihûştê wî bikujim.’ Min ji wan re got ku misilmanim. Der barê ola îslamê de gelek pirs kirin. Min hemû bersivandin û nezanîn bê ka dê çibikin.

Piştre jî bênavber pirs kirin û îşkenceyeke bênavber dest pê kir. Efserekî tirk benzîn ser min de kir û agir pê xist. Dema efserê tirk benzîn li min dikir, ji yekî re digot bila bibêje; ‘Ez bi YPG’ê re dixebitim.’ Lê min ev yek red kir. Agir berdan min. 5 deqeyan agir bi bedena min ve bû. Piştre jî vemirandin. Gotin ku qey ez mirî me. Piştre jî kûçik berdan ser bedena min û gotin; ‘Bibêje ez YPG’î me.’ Lê min got ez sivîlim.

Di îşkenceyê de 11 diranên wî hatin kişandin

Leşkerên tirk 2 keçikên ku revandîbûn anîn cem min. Gotin; ‘Tu dê îtîraf bikî yan na?’ Lê min nekir. Li ser vê yekê jî her du keçik li ber çavên min tecawiz kirin. Ez ê di temamiya jiyana xwe de vê ji bîr nekim. Ez nikarim vê ji bîr bikim. Bi tu awayî nekarîn ji min agahiyan bigirin. Piştre jî kemaşe anîn û guhên min girtin heta ku xwîn jê hatî.  Di îşkenceyê de 11 diranên min jî jê kirin û ez avêtim nav zeviyan. Piştî bi saetan, wesayîtek hat û ez birim zindanê. Min piştre ferq kir ku li El Raî yê me.

Min li zindanê qedeheke avê xwest. Lê ji min re ava asîtê anîn û li birînên min kirin. 11 rojan di vê rewşê de mam. Îltîhabê birînên min girt û bêhnekî genî jê dihat. Cilên min bi min ve zeliqî bûn. Di roja 11’an de girtiyekî ji ber bêhnê gilî kir. Bi vê sedemê ez birim cihekî wekî nexweşxaneyê. Cihê birînê paqij kirin da ku ez nemirim. Her tim pirsa ‘Tu YPG’ê re dixebitî?’ kirin.

‘Qedereke reş lê pêşiya çeteyan e’

Tevî hemû îşkenceyan jî min nehişt ku îradeya min bişikînin. Ji ber vê jî di 10’ê hezîrana 2018’an de hatim berdan. Piştî ku hatim Helebê û pêvajoya dermankirinê jî vegeriyam nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê. Ji bo rizgarkirina Efrînê ez amade me ku tev li her tiştî bibim. Qedereke reş li pêşiya çeteyan e.” HELEB

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar