Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Wehşeta li Rihayê vegotin: Em şerm dikin îşkenceyên li me hatine kirin bibêjin

Ji 28 kesên li Rihayê îro anîn edliyeyê 13 jê hatin girtin. Welatiyan di parastinên xwe de destnîşan kir ku îfadeyên wan di bin îşkenceyê de hatine girtin û sûcdariyên ku lê tên kirin jî red kirin. Welatiyan diyar kir ku îşkenceyên pir giran lê hatine kirin û şerm dikin wan îşkenceyan parve bikin

Di 18’ê gulanê de li gundê Dêrto yê Xelfetî ya Rihayê dema ku hêzên artêşa tirk derketin operasyonê, şer derketibû. Piştî şer jî hêzên artêşa tirk li Xelfetî û Hewagê bi ser gelek malan de girt û 51 kes bi îşkenceyê binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin di dema binçavkirinê de jî rastî îşkenceyên giran hatibûn. Ji kesên hatin binçavkirin 28 kes jê piştî demekî dirêj, îro anîn edliyeyê.

Ji 28 kesên ku birin edliyeyê welatiyên bi navên Celal Ercan, Celal Yildirim, Cîndî Zîncîrkiran, Mehmet Alakûş, Zekî Alakûş, Besravî Atmaca, Fahrettîn Alakûş, Fatma Alakûş, Mûstafa Kahraman, Omer Gul, Vakas Kiliç, Gazelay Alakûş û Mehmet Salîh Yildiz ên piştî îfadeya wan a li dozgeriyê û şûnde bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 13 kesên sewqî dadgehê hatin kirin bi sûcê ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin.

Kesên hatin berdan

Welatiyên bi navên Abdullah Polat, Mahmut Pehlîvan, Tacettîn Gul, Feyzullah Gul, Emîn Zîncîrkiran, Halîl Zîncîrkiran, Mehmet Yildirim, Ugur Yildirim, Mûstafa Yildirim, Abdullah Yildirim, Mehmet Korkmaz, Ahmet Korkmaz, M. Saît Çîftçî, Kader Çîftçî û Guler Alakûş jî bi fermana dozgeriyê hatin berdan.

Ji ber îşkenceyê guhên wî kerr bûne

Li dadgehê welatiyê bi navê Celal Ercan di parastina xwe de anî ziman ku ji ber îşkenceya li emniyetê li wî hatiye kirin, guhên wî nabihîsin, nizane bê ka li emniyetê çi bi wî kirine û pirsên jê hatine kirin jî nizane. Parêzerên Ercan jî diyar kirin ku muwekîlê wî nizane binivîse û bixwîne, guhê wî ziyan dîtine û ji ber lêdanê guhê wî nabihîse.

Îfadeya li emniyetê red kir

Celal Yildirim ê 12 rojan di bin çavan de may jî di parastina xwe de îfadeya xwe ya li emniyetê qebûl nekir û got ku îfadeya wî di bin îşkenceyê de hatiye girtin û daxwaza berdana xwe kir. Parêzerê Yildirim jî got ku tevî parastina xwe bi nivîskî jî daye, di dema îfadedayînê de agahî nedane wan.

Tewanên der barê xwe de red kir

Welatiyê bi navê Cindî Zîncîrkirin ê ku îşkence lê hatiye kirin jî di parastina xwe de got ku li emniyetê dibin îşkenceyê de îfadeya wî hatiye girtin û tewanên der barê xwe de red kirin. Piştre jî parêzerê wî axivî û got ew îfadeya muwekîlê xwe ya dibin zabitayê de qebûl nakin. Parêzer diyar kir ku îfadeya wî ne li gorî hiqûqê hatiye girtin û daxwaza berdana muwekîlê xwe kir.

‘Hevjîna muwekîlê min rastî destdirêjiyê hatiye’

Piştre jî Fahrettîn Alakûş parastina xwe kir û bi lêv kir ku li emniyetê di bin îşkenceyê de îfadeya wî hatiye girtin û vê îfadeyê qebûl nake. Parêzerê Alakûş di parastinê de got ku dema wergirtina îfadeya muwekîlê wî de weke parêzer beşdarî îfadeyê nebûye û wiha domand: “Muwekîlê min bûyerên ku jiyane negotine û rastî îşkenceyên giran hatiye. Destdirêjî li hevjîna muwekîlê min hatiye kirin û çi bi wî xwe kirine, nabêje. 3 zarokên wî yên di temenên 14-15-16’an de jî hatibûn girtin û gefa zarokên wî lê hatiye kirin. Ez sûcdariyên der barê muwekîlê xwe de red dikim û daxwaza berdana wî dikim.”

‘Ez şerm dikim tiştên li min hatine kirin bibêjim’

Fatma Alakûş a ku li dadgehê parastina xwe kir jî bi lêv kir ku îfadeya wê li emniyetê hatiye girtin lê tiştek fêm nekiriye. Alakuş destnîşan kir ku gelek tiştên ku bibêje hene lê ji ber rewşa li holê şerm kiriye û negotiye. Alakuş wiha dom kir: “Ev ne edalete. Sûcdariyên li min tên kirin ez qebûl nakim. Îfadeya ku bi îşkenceyê bi min dane girtin ez qebûl nakim.”

Bi ceryan, cop û pêhnan îşkence lê hatiye kirin

Piştre jî Gazaley Alakûş parastina xwe kir û got ku di bin îşkenceyê de îfadeya wê hatiye girtin. Alakûş diyar kir ku li emniyetê bi cop û pêhnan êrîş li wê hatiye kirin û ceryan dane laşê wê. Gazaley Alakûş jî destnîşan kir ku gelek tiştên din li wê kirine lê ji ber rewşa heyî nikare bibêje.

Zekî Alakûş jî daxuyand ku di dema binçavkirinê de îşkence lê hatiye kirin û îfadeya li emniyetê ku bi îşkenceyê pê dane girtin, red kir. Alakûş destnîşan kir ku ji bo pirsên li emniyetê bersiva ‘erê, na’ daye, ji ber îşkenceya lê hatiye kirin serê wî ne temame û sûcdarî red kirin. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar