Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Wehşeta rejîma Îranê: 23 afgan kuştin û cenazeyên wan avêtin çem

Navenda Nûçeyan |

Hêzên ewlekariyê yên rejîma Îranê bi dehan afgan rawestandin ku hewl didan ji sînor derbas bibin û vegerin mala xwe. Hate ragihandin ku 23 ji wan bi lêdanê kuştine û avêtine nava çem.

Welatiyên afgan ên ku ji bo kar çûbûn Îranê, di dema vegerê de bûn hedefa hêzên rejîma Îranê. Li gorî nûçeyan rojnameya Afganistan Tîmesê, 57 welatiyên afgan dema ji Îranê vedigeriyan Afganistanê, ji aliyê leşkerên Îranê ve hatin rawestandin û ji wan 23 jê bi lêdanê hatin kuştin. Rojnameyê diyar kir ku hêzên rejîmê cenaze jî avêtin çemê Harîrotê. Çemê navborî li bakurê welat di navbera sînorê her du welatan de ye.

Şahidên bûyerê jî destnîşan kir ku kesên hatine qetilkirin ji herêmên Feryab û Herat ên li bakurê rojavayê welat in. Herat ew bajar e ku di destpêka meha adarê de nexweşên destpêkê yên bi vîrûsa koronayê (Covîd-19) lê hatibûn dîtin. Li gorî qenala televîzyonê ya 1tvnews, rayedarên afgan têkildarî mijarê dest bi lêpirsînê kirin. Li gorî rayedaran cenazeyên qurbaniyan ji nava çem hatine derxistin û rakirin nexweşxaneya Heratê.

Rojnameya Kaboûl Tîmesê jî diyar kir ku dema vîrûs li gelek bajarên Îranê belav bûy, beşek ji penaberên afgan dest bi vegera li welatê xwe kirine. Ji bo vê jî rêveberên afgan û îranî li hev kirin ku karkerên afgan di karantînayê de bimînin û yên nexweş bin rakin nexweşxaneyan. Piştî peymanê li gorî daneyên fermî pêla penaberan bi rêjeya ji sedî 83 kêm bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar