Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê, bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî binçavkirina siyasetmedarên HDP’î yên ku têkildarî bûyerên Kobanî hatin binçavkirin dan. Komeleyan operasyonê weke operasyoneke siyasî bi nav kirin û bal kişandin ser rola nivîskar û rewşenbîran a di civakê de û bang li wan kirin ku li dijî operasyona pêk hatiye derkevin. Her wiha komeleyan daxwaz kirin ku kesên ku hatine binçav kirin demildest bên berdan. AMED