Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Weke ciwanên Başûr em ê li dijî dagirkeriyê rahejîn çekan’

Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Têkoşer di 30’ê hezîranê de li Qendîlê bi dirûşma ‘Ji bo Kurdistaneke azad û serbixwe faşîzm û dagirkeriyê birûxîne’ Pêngava Seferberiya Heftanînê ragihand. Ciwanan her wiha ji bo derxistina hemû hêzên dagirker ji xaka başûrê Kurdistanê, bi kampanyaya îmzeyan dest bi pêngavê kirin. Têkildarî mijarê endama Jinên Ciwan ên Têkoşer Lara Ebbas ji ANF’ê re axivî.

Lara Ebbas diyar kir ku pêngava wan ji çend pêngavan pêk tê û ya yekemîn jî Seferberiya Heftanînê ye. Ebbas wiha got: “Komeke ciwanan xwe amade kir ku ji bo parastina xaka xwe û piştgiriya bi gerîla re li cem hêzên gerîla cih bigirin. Em ciwan baş dizanin ku armanca dewleta tirk a dagirker a li başûrê Kurdistanê tenê têkbirina PKKê nîne, têkbirina gelê kurd e. Armancê sereke jî qirkirin û tunekirina gelê kurd e. Em jî dagirkeriyê qebûl nakin û em bi israrin ku li ser axa azad a Kurdistanê bijîn û biparêzin.”

Armanca kampanyaya îmzeyan

Ebbas da zanîn ku weke gava duyemîn jî wan ji bo derxistina leşkerên tirk ji nava xaka Başûr, kampanyaya îmzeyan da destpêkirin û wiha pê de çû: “Me xwest bi vê pêngavê dengê xwe bigihînin Parlamentoya Kurdistanê da ku qanûna 2011’an a ji bo derxistina leşkerên tirk bi cih bînin. Pêngava sêyemîn jî boykotkirina kel û pelên tirkan e. Em dixwazin her kes tev li vê pêngavê bibe û li berhem û çanda xwe vegerin.”

‘Ciwan bi zanebûn tên hedefgirtin’

Di berdewamê de jî Ebbas daxuyand ku dewleta tirk baş dizane ku enerjî û bandora ciwanan li ser civakê zêde ye û ev tişt anî ziman: “Lewre dewleta qirker ciwanan hedef digire. Komkujiya Şêladizê nîşaneya vê rastiyê ye. Em jî weke ciwanan dê li dijî dagirkeriya dewlet tirk bêdeng nemînin. Çi bikeve ser milên me em ê bikin. Em mil didin milê gerîla û bi çekên xwe dê xaka Kurdistanê ya pîroz biparêzin.”

Banga ji bo gel

Herî dawî jî Ebbas wiha got: “PKK weke mertalekî, pêşiyê li dagirkeriya tirk digire. Heke PKK nebe, dagirkeriya tirk dikare derbazî axa Başûr bibe û deskeftiyên heyî têk bibe. Lewre em ê li dijî dagirkeriyê bi tu awayî bêdeng nemînin. Banga me ji bo gelê me jî ew e ku kel û pelên tirkan nekirin. Bi pereyê wan, dewleta tirk zarokên kurd dikuje. Em dixwazin piştgiriya me bikin da ku em MÎT û cihê sîxûran ji axa xwe derbixin.” SILÊMANIYE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar