Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Weke hebûn û heyîn kurd

Mirov rabe bi rêbazên dîrokê yên têne qebûlkirin hewl bide hebûna kurdan tespît bike û bide naskirin, mirov ê li gelek zor û zehmetiyan rast bê. Dîrokê û cografya lê dimînin bi dijwarî bandor li wan kiriye û ew neçarî marjînalbûnê kirine. Li gorî lêkolînan, pêşiyên mirovên îro Homo Sapîens bi qasî sêsed hezar salên dawî yên dîroka xwe pêşketine û di nava ruhberên din de bûne cinsê serdest. Em dibînin ku ev pêşketin li Kevana Bi Bereket ango li cografya ku dikeve 67 navenda Kurdistanê ya îro pirranî kurd lê dimînin, pêk hatiye. Di dîroka bi qasî sê mîlyon salî ya cinsê mirov de qonaxa Homo Sapîens li derketina holê ya zimanê sembolan rast tê. Bi pêşketina zimanê sembolan şoreşa Homo Sapîens ket pêşiyê. Lewma hewce dike ku mirov hê bêhtir hûrûkûr nêzî dîroka li Kevana Bi Bereket bibe. Ev rewş bi lêkolînên der barê genan de jî tê piştrastkirin. Kengî bîst hezar sal berî Serdema Dawî ya Qeşayî bi dawî bû, qeşayê xwe vekişand, Şoreşa Cotkariyê ya Neolîtîk pêkan bû. Her wiha kengî hêza fikrê ya Homo Sapîens bi dewlemendiya heywan û nebatan a cografyayê re hevdu temam kir, şoreşa herî bi kok a dîroka mirovatiyê Şoreşa Civaka Gund-Cotkariyê li Kevana Bi Bereket pêk hat û rê li ber pêşketinên mezin vekir.

Şoreşa Gund û Cotkariyê di warê ziman û fikrê de kir ku mirovatî ji qonaxekê derbasî qonaxeke gelekî li pêş bibe û vê yekê jî kir ku şêwegirtineke civakî ya di ti demê de nehatiye dîtin pêk bê. Bi vî awayî grûba ziman û çandê ya serdest a komên Hind-Ewropa (Ev navlêkirin şaş e, mirov bibêje Koma ziman û çandê ya Aryen rastir e) pêk hat. Mirov koka kurdên îro dikare weke şaneya kok a komên Hind-Ewropayê bide naskirin. Lêkolînên li ser ziman û çanda kurdan hatine kirin vê rastiyê derdixin holê. Hem cografya wê ya jiyanê, hem jî dîroka wê vê rastiyê bêhtir piştrast dikin. Bermahiyên Girê Navikê li Ûrfayê encama lêkolînên dawî ye, û dîrokeke navend dîn û qebîleyên herî kevin ên 12 hezar salî ye, û mînakeke girîng e ku hêza çanda heyî piştrast dike. Li ti devera dinyayê mînakeke evqasî kevin nehatiye dîtin.

Rastiya kurd hem berhemekî vê qonaxa mezin a dîrokî ye, hem jî nîşaneyên bi hêz li wê rastiyê barkirî ne ku îşaret pê dikin ku ew di vê çandê de çikiyaye û maye. Bi rik e ku weke gelê çanda qebîleyê bimîne û mirov nikare vê bi tenê bi xweparastina wê ya li dijî hêzên şaristaniyê rave bike. Eger çandê bi xwe rehên xwe kûr bernedabin, yan wê bi xwe bibe şaristanî yan jî di nava şaristaniya jêre malovanî kirî de bihele. Em dibînin bi hezaran civakên qebîleyan ên bi vî rengî heliyane. Kurd bi vî aliyê xwe komeke gel in ku mînaka wan tineye. Heqîqeteke sosyolojîk heye; eger civakekê şoreşeke dîrokî bi kok û hûrûkûr pêkanîbe, gelekî zor e ku ew civak di nava xwe de ji duyemîn şoreşeke cuda û mezin re pêşengiyê bike. Ji ber ku şoreşa bi xwe pêk aniye, cîhana wî ya zêhnî û sazî bi temamî dagir kiriye. Şoreşeke din pêdiviya xwe bi zêhniyet û sazîbûneke din heye. Ev şoreş jî bi tenê li gorî çanda bi hêz a navend, di nava duyemîn çanda li hawîrdorê de pêkan e. Daneyên dîrokî hemû nîşan didin ku ne bi tenê şoreşa Homo Sapîens a sêsedhezar salî, şoreşa cotkariyê ya bi qasî çardehhezar salî jî li ser çanda kurd a bi cihbûyî bandorên mayînde kirine. Nexşeyên genetîk piştrast dikin ku hem cinsê Homo Sapîens, hem jî şoreşa cotkariyê ji vê navenda çandê li hawîrdora xwe û dinyayê belav bûye.

Eger kurd hê jî hebûna xwe bi karektera xwe ya çandî diparêzin, ev jî ji hêza çanda wan a dîrokî ya xwe disipêrinê tê. Li şûna jiyana şaristaniyê jiyana çandî tercîh kirine û nabe ku ev jî bi paşverûtî û paşvemayîneke sivik were ravekirin. Çanda pê radibin çandeke bajar, çîn û dewletê nîne; çandek e ku di nava xwe de rê nade otorîterbûyîn û çînîbûyînê, berovajî di demokrasiya qebîleyê de israr dike. Ji ber ku kurd bi çandeke welê demokratîk re têkildar in, bi hêsanî kes nikare wan zevtûrebt bike.

Proto kurdan di duyemîn qonaxa şaristaniyê ya du hezar salî ya heta bi Îslamiyetê de bajarên xwe ava kirin, çînên xwe yên serwer pêkanîn û dewletên xwe damezrandin. Ev çand zêdetir li qûntara çiyan û li deverên deşt pêk hat û lewma xwedî xisleteke têkel e: Arîstokrasiya rêveber çand û zimanên şaristaniyên dixwest bişibe wan bi kar dianîn û beşên çîna jêr jî çand û zimanên xwe bi kar dianîn. Ev karekterê dualî yê çanda ku di bin bandora giran a cografya Kurdistanê de pêk hat, kêm guherî û hebûna xwe heta roja me ya îro dewam kir. Çi bi şêweyê çanda çiya û deştê ‘dualî cihê bibe’, çi jî weke çanda deşt û bajêr bi dualîteya çînî cihê bibe, ev dualî cihêbûn xisletên wê yên bingehîn ên karekterîstîk in. Tebeqeya jor timî hewl daye bi hêzên mêtinkar ên fetihkar, dagirker û xerîb re pirr baş li hev bike, çanda xwe ya qebîle û gel bêkêr dîtiye, di dereceya duyemîn de bi tenê di têkiliyên navxweyî de gelekî kêm bi kar aniye.

Di nava şaristaniyên bi xwe avakirî de yan jî yên di nava wan de cih girtin, hewl nedan çand û zimanê xwe serwer bikin an jî gelekî kêm hewl dan. Ji Gûtiyan heta bi Eyûbiyan ev her wisa ye. Ev zumreya serwer a bajarî û dewletdar, belkî jî bi qasî ku di ti civakê de nebûye li dijî hebûna çandî ya Kurd a ji rêûresmê bi roleke neyînî rabûye. Ji ber ku di nava çand û zimanê xerîban de heliyane berjewendiyên wan ên mezin ên çînî û malbatê pêk hatine û ev jî bêguman di vê rewşa neyînî de diyarker e. Çanda kurtiyên çiyê ya deriyên xwe li derve girtine û çanda malbat û qebîleyê ya tebeqeya jêr a bi giranî neguheriye û bi hezarên salan deriyên xwe li derve girtine, bi vî awayî neheliyane gihiştine heta îro. Di navbera van herdu beşên çandê de bi qasî çiyan cudahî heye û ev bûye sedem pirr bi kok weke Kurdîtiya rast û Kurdîtiya sexte ji hev cihê bibin. Di dema modernîteya kapîtalîst de bûrjûwaziyeke kurd a milliyetgir a pirr bi hêz pêk nehat û di binê vê de ev rastiya dîrokî heye.

Di serdema qebîleyan de qebîleyên gewdên wan mezin bûne û hejmara wan zêde bûne ketine krîzê. Di dema krîzê de du têgihiştin diyar dibin: Ya yekê, yên xizan ku bingehê qebîleyê ne, parçe dibin û di azadiya xwe de israr dikin, xanedanên serdest ên hiyarerşiya qebîleyê ji bingehê qebîleyê yên xizan qut dibin, bi gavavêtinên îdeolojîk ên em ji wan re bi giştî dînê şaristaniyê dibêjin, xwe weke civaka dewleta nû bi rêxistin dikin. Çanda qebîleyê li beramberî çanda şaristaniyê têk çûye. Bi vê veguherînê re di zikhev de bajar, çîn û dewlet bi pêş ketine. Çareseriya bingehîn a şaristaniyê ji krîza çanda qebîleyan re dîtiye ev e. Fikra di dîrokê de gelekî hatiye guftûgokirin û Marksîstan jî parve kiriye ew e, ev veguherîn gaveke gelekî mezin e ku ber bi pêş ve hatiye avêtin. Şarezabûn an jî şaristanîbûn timî weke pêşketinê û şêweyê jiyana payeberz hatine hesibandin. Marks û Engels jî bi perspektîfa materyalîzma dîrokî li vê veguherînê nêrîne û bi pîvana, ev bûyereke diviyabû biqewimiya, nêzîk bûne û lewma wan jî ev weke gavavêtineke mezin a ber bi pêş ve ya dîrokê, nirxandine.

Ez vê têgihiştinê rexne dikim. Ya ku di civaka qebîleyê de qewimî, nabe ku weke qonaxeke mecbûrî ya krîzê bê nirxandin. Ya qewimî ew bû; tercîha çînî ya hêmanên hiyarerşîk bû. Ji bo paşvexistina azadî, wekhevî û demokrasiya qebîleyê guhertinek (ez nabêjim pêşketin) hatiye 79 kirin, û ev bi awayekî îzafî paşketineke mezin e, ji bo mirovatiyê jî gavên berepaş hatine avêtin îfade dike. Ji ber ku dîrok timî bi nêrînên îdeolojîk ên zumreyên serwer hatiye kodkirin, em ji vê guhertinê re pêşketineke mecbûrî, pêşdebir û heta şoreşger dibêjin! Ya rastî ew e, ev gava hatiye avêtin mecbûrî nîne û hewcedarî jî pê tuneye; paşverû ye, berepaş e, û dij-şoreşê ye. Ev rûyê din ê dîrokê ye ku qala wî nehatiye kirin. Çanda li dijî xiyaneta elîtên xwe yên xanedanî yên hiyarerşîk timî têkoşiyaye, di avahî û bîrbiriya azadî û wekheviyê de israr dike, hêza rastî ya pêşketin û pêşdeçûnê temsîl dike. Ji aliyê vê çandê ve dîrok bi awayekî sîstematîk û zanistî nehatiye îfadekirin û ev jî dibe ku kêmasiyek be. Lê ev rastî nîşan nade ku dîrokeke bi vî rengî tineye, berevajî nehatiye nivîsandin, hatibe nivîsandin jî hatiye tepisandin û propagandaya wê xurt nehatiye kirin.

Krîza şaristaniyê ya zumreyên serwer bi yekdestdariyên îdeolojîk û yekdestdariyên mêtinkariyê pêşde birin nebûye çareserî; xwe timî bi bajarbûn, çînîbûn û desthilatdarîbûna weke girêkeke kansêrê li ser pişta civakê heta roja me ya îro aniye û veguherandiye çavkaniya krîza herî mezin. Ji bo mirovatî bijî, divê li dijî civaka krîzê ya dîrokî, çanda demokrasî, azadî û wekheviya dema qebîleyê li ser bingehê pêşketinên zêhniyet û saziyên tevahiya pêvajoyên şaristaniyan hatine bidestxistin ji nû ve bê pêkanîn. Kengî ev hat kirin mirovatî wê bi ser bikeve.

Mîrateya herî hêja ya proto kurdan ji çanda neolîtîk û çanda serdema antîk mayî hebûna wan a çandî ye. Kengî vê hebûna xwe bi serwextbûn û têgihiştina modernîteya demokratîk re kirin yek, wê di rizgarbûna ji krîza îro ya Rojhilata Navîn de, karibin bibin xwediyê pêşketineke li gorî dîrok û nasnameya xwe.

Nûçeyên Têkildar