Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Weke kaneke wêjeyî ya bêbinî

Di sedsala 12´an de Şêx Fexrê Adiyan, Pîr Reşê Heyran, Pisê Cemê, Pîr Xidir, Pîr Hevînd, Şêx Mend, Pîr Şeref û hinekên din dicivin û edebiyateke kurdewariyê, bi kurmancî xweş xezîneyeke mezin ji qewl, beyt, dua, destan, qesîde, çîrok, xizêmok, payîzok û cûrên edebî yên din bi felsefe û hunurekî edebî dihûnîn

Şêx Fexrê Adiya(nî) zanyarekî bi eslê xwe kurd ê êzidî ye ku di sed sala 12´an de jiyaye. Tê gotin ku piştî Şêx Adî (1073-1162) jiyaye. Şêx Fexrê Adiyanî, ji gelek zanyar û mezinên kurdan re helbest û qesîdeyên olî nivîsîne, ji wan jî gelek helbestên ku bi şêwazê destanî tên gotin, heta roja me ya îro jî tên gotin.

Şêx Fexrê Adiyanî, li ser dîrokê, felsefe, astronomî û fizîkê hizrên xwe û her wiha derbirînên xwe yên balkêş anîne ziman.

Bandora Şêx Fexrê Adiyanî

Li gorî nivîsên wî yên di van beşên zanînê de û bi hinek beşên din re jî ku wî nivîsande û anîne ziman, Şêx Fexrê Adiya, şêxekî êzidî bû. Di dema xwe de ji bo gelê xwe xwedî bandoreke pozîtîf bû. Heta ku hatiye naskirin ku ew di ser dema xwe re weke “Şêxê Şêxan” hatiya dîtin û naskirin.

Bandora wî li ser wê dema wî pirr mezin bûye, ne tenê wisa di warê helbestgotinê û hûnandina hestên xwe yên edebî û wêjeyî de, di heman wextê de, ew bûye wek sembolekê di nav miletê xwe de. Wî bi mijarên xwe yên olî û hizrî êdî civak ji rêyên xerabî û şaşî dûr xistiye, lewma ew bandora wî heta dema îro jî heye, û hemî berhemên Şêx Fexrê Adiyanî wek peyvên pîroz tên xwendin û dîtin.

Serdema wî

Şêx Fexrê Adiyanî, piştî Şêx Adî hat û di dema xwe de, hewl daye ku Şêx Adî pir baş bi mirovan bide fêhm kirin û naskirin; wek ku tê payîn ew wek yek ji serwerên piştî Şêx Adî hatiye nasîn.

Yanî, bi qasî ku tê dîtin û bawerkirin, Şêx Fexrê Adîyanî, Şêx Adî ew di nava xelkê Kurdistanê de pirr baştir daye fêhmkirin. Di wê demê de ku pirr êriş li êzidiyan hebûn, ew li ser rêbaza Şêx Adî meşiya û hemû êrişên li ser dînê êzidîtiyê dan rawastiandin. Ji ber vê yekê, piştî ku Şêx Adî koça dawî kir anku kirasguherî, ew weka serwerê civakê ji bo birêvebirina olê ji aliyê meclisên olî ve hat bijartin.

Dîrok û felsefe li cem wî

Bi vî rengî, bandora Şêx Fexrê Adîyanî, pir bi girîng e, û heta wî ola êzidîtiyê bi têgihiştin û baweriya civata wê û dîroka wê, pirr baş îfade kiriye.

Şêx Fexrê Adiyanî, fîlozof û xasê ola êzdiyatiyê ye. Şêx Fexrê Adiyanî ye yê ku di sedsala 12´an de jiyaye û yek ji yê mezintirîn zanayên ola êzidiyan e û gelek ji metnên ku wî nivîsîne, wek destanên helbestê û wek wêjeyeke têr û tije, edebeyatek bi taybetî ji bo ola êzidiyan û bi giştî ji bo gelê kurd wî nivîsandiye.

Her wisa, bi sedan helbest û qesîdeyên wî hene. Ji bilî wan jî, Şêx Fexrê Adîyanî, derbirîn û boçûnên xwe derbarê dîrok û felsefê de jî nivîsandine. Her wisa jî çîrokên ku wî bi destê xwe nivîsandin jî hebûne.

Edebiyat û civakeke xurt

Di wê serdemê de êzidiyên li derdora parezgeha Lalişê, atmosfereke aştiyane û derfetên hişyarbûnê, xwenaskirinê û afrînêr xweş amede kiribûn. Rêveber û serkirdeyên êzidiyan wisa komek qewlbêj, helbestvan, fîlozof, oldar û xwedênasên bi nav û deng, yên wek Şêx Fexrê Adiyan, Pîr Reşê Heyran, Pisê Cemê, Pîr Xidir, Pîr Hevînd, Şêx Mend, Pîr Şeref û hinekên din li hev dicivin û edebiyateke kurdewariyê bi cûre û naveroka xwe balkêş, bi kurmancî xweş xezîneyeke mezin qewl, beyt, dua, destan, qesîde, çîrok, xizêmok, payîzok û cûrên edebî yên din bi mêlodî û miqam, bi felsefe û hunurekî edebî yê bilind dihûnîn. Ev jî, ji bo bingehê edebiyata kurdan dibe milk û xezîne û ev bi felsefeya ola êzidîtyê ya kevnar bi zanyariya xwedênasên bê qisûr dixemilînin û dikemile.

Bi bibîranîn û salixdayinên oldar û alimên baweriya êzidiyan, di wê demê de hesabên wan berheman pirr mezin bûye û bûne xwedî nirx û bandor.

Berhemên wî yên edebî

Li gorî hinek çavkanî û jêderên ku hîna baş nehatine testpît kirin, ji dema Şêx Fexr 11 hezar qewl, beyt, qesîde wî nivîsîne.

Heger kesin li pey şopa vê xezîneya wêjeyê baş lêbikolin, ev yek wê bikeve xizmeta wêjevaniya kurdî û her wêjevanek sûdê wê jê wergire.

Ji bo ku ev wêjeya kurdî dewlemend bibe, pêwîst e wêjevanên kurd di serî de yên êzidî, bidin ser şopa berhemên Şêx Fexrê Adiyanî.

Çavkanî: Cano Şakir / Yenî Ozgur Polîtîka

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar