Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Wekîlên Dîe Lînke: Divê Erdogan teqez bê darizandin

Parlamenterên Eyaleta Brandenbûrg a Elmanyayê Anja Mayer û Andreas Buttner li ber dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava rabûn û diyar kirin ku divê Erdogan teqez bê darizandin.

Bi banga Partiya Çep a Elman der barê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Rojava û komkujiyên ku li sivîlan dike li Meclîsa Eylaeta Potsdamê civîneke taybet pêk hat.

Ji rêveberên Navenda Tedawî û Alîkariya Lezgîn a Navneteweyî Dr. Akrem Nassan ê Kurd jî beşdarî civînê bû.

Mayer: Dagirkerî û qirkerî

Di civînê de ku parlamenterên Partiya Çep a Elman (Dîe Lînke) jî amade bûn Hevseroka Partiya Çep a Brandenbûrgê Anja Mayer êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojava weke kiryarên ‘dagirkeriyê’ û ‘komkujiyê’ pênase kir.

Buttner: Divê Erdogan bêceza nemîne

Parlamenter Andreas Buttner jî diyar kir, bikaranîna çekên kîmyewî li dijî mirovan jî di nav de artêşa Tirk gelek sûcên şer kiriye û got, “Dewleta Tirk û Erodgan divê teqez li dadgeheke bêalî ya navneteweyî bên darizandin. Divê ev komkujî bêceza neyên hiştin.”

Dr. Nassan: Qirkirine

Dr. Akrem Nassan jî bi bîr xist ku ew ji Rojava hatiye û anî ziman rewşa li Rojava jenosîde. Dr. Akrem Nassan got, “Napalm û fosfor jî di nav de çekên kîmyewî yên qedexekirî li dijî sivîlan hatin bikaranîn. Bi sedan jin û zarok bi rengekî hovane hatin qetilkirin. Serêkaniyê bi temamî ji bêmirov hate hiştin û dagirker li şûna mirovên herêmê tên bicihkirin. Ev yek jenosîde. Divê dinya li pêşberî vê bêdeng nemîne, ev yek sûcên li dijî mirovahiyê ye.”

Piştî civîna li meclîsê parlamenter Anja Mayer û Andreas Buttner ji ANF’ê re axivîn.

Mayer: Cihê şermê ye

Anja Mayer got, “Bi navê Partiya Çep dixwazim nîşan bidim ku piştevaniya me ya bi Rojava re bêdawî ye. Di civîna me ya îro de mêvanekî me hebû û qala komkujiyên li Rojava kir. Bûyerên girane û cihê şermê ne. Bandoreke giran li me kir û divê em bi lezgînî alîkariyê bikin.

Her wiha di şexsê Hevrîn Xelef de hemû jin û zarokên li wê deverê hatin qetilkirin bi bîr tînim. Eger em dengê xwe bilind nekin, bi taybetî jî Partiya Çep dengê xwe bilind neke, hingî nepêkane ku em wekhevî û azadiya jinê ya li Rojhilata Navîn ewle binkn. Eger ev hewldan neyê têk birin hingî wê kes careke din nikaribe qala azadiyê li wan deveran bike.”

Buttner: Şerê ji bo tinekirina miletan

Andreas Buttner: Şerê ku tê kirin şerê ji bo tinekirina Kurdan û miletên herêmê ne.

Ji bo min bûyereke şoqê ye ku dewleteke endamê NATO’yê ji bo tinekirina Kurdan şer dike. Ji ber vê yekê divê Erdogan teqez li dadgeheke navneteweyî bê darizandin. Cihê şermê ye ku welatên NATO’yê jî li van komkujiyan temaşe dikin. Em li bendê ne ku hikumeta Elman helwesteke hîn xurt eşkere bike û zextê bike ku artêşa Tirk ji Rojava vekişe.” POTSDAM

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar