Dema em dibêjin şerê gelê şoreşgerî, bi rengek xwezayî tê wateya tevlêbûna gel ya aktîf. Ango gel bi biçûk û mezinê xwe ve hemû dikevin nava vî şerî de û bi ruhê seferberiyê cihê xwe di navê de digirin. Bi vî rengî jî gel bi xwe xwe diparêze, axa xwe, taxa xwe, welatê xwe û hebûna xwe bi tu awayî radestî hêzên dijmin nake.
Berî her tiştî divê mirov hewl bide ku Şerê Gel ê Şoreşgerî rast pênase bike û fêm bike. Em weke gelê herî qedîm ê berxwedêr ê dîrokê hê jî li ser pîvana parastina xwe ya gelê kurd nîqaş dikin û dixwazin vê yekê bi awayekî herî rast pêk bînin.
Helbet ev ne xelet e. Lê weke gel û jin, beriya her tiştî divê em rewşa ku tê de ne, fêm bikin. Em careke din rewşa ku pergala kapîtalîst di şexsê gelan û jinan de aniye serê mirovahiyê, bi zelalî dibînin. Hemû êş û pêkanînên krîza pergalê û serdema kaosê rasterast bandorê li me dike. Rewşa herî berbiçav ya van encaman Kurdistan e.
Rêber Abdullah Ocalan ji bo şerê gelê şoreşgerî wiha gotiye: “Divê gelên herêmê li gorî stratejiya nû (şerê gel ê şoreşgerî) xwe bi rêxistin bikin û xwe biparêzin, sûdê ji şaştî û tecrûbeyên berê bigirin, li gorî şerê gel ê şoreşgerî li ber xwe bidin.”
Ji bo vê jî xweparstin ji bo hemû zindiyan pêwîst e. Ji ber ku civaka kurd hebûneke zindî ye. Mafê ewlekarî û parastinê ji tu kesî re nayê dayîn, ji ber ku mafeke xwezayî ye. Çawa ku her zindî parastina xwe bi xwe dike, divê hemû beşên civakî jî parastina xwe bikin.
Li benda hêzeke derve ku were û wê biparêze mayîn, tê wateya mirinê. Lewazbûn û xwe bêrêxistin, bê têkoşîn hiştin, tê wateya teslîmbûna wê hêzê û qebûlkirina koletiyê.
Li cihê ku xweparastin tune be koletî dest pê dike. Em gelê kurd pêwîst e em di wê ferqê de bin, vê dema ku em tê re derbas dibin demeke gelek stratejîk e û awarte ye. Ji bo em bikaribin hebûn û azadiya xwe biparêzin yekane rê di şêwazê xwe parastinê yê şerê gel ê şoreşgerî re derbas dibe.
Şerê 50 salî yên ku kurd li dijî dagirkerên li ser axa xwe didin meşandin, vê rastiyê dadixe berçavên me, heya ku em dijminên xwe yên faşîst û qirker bi şêwazê şerê gel ê şoreşgerî têk nebin û bin nexin, em ê nikaribin di warên cihê de jî gavan biavêjin. Em baş dizanin ku li hemberî me planeke mezin a qirkirinê heye. Ji bo vê yekê em nikarin weke berê bijîn. Em tevahî jiyana xwe li gor şer rêxistin bikin, bi şêwaz û rihê gerîlayên serdema nû tevbigerin, pergala xwe ava bikin, xwe bi hêz bikin û çalakiyên xwe pêk bînin. Dema me vê yekê kir wê teqez serkeftin ya me be, ya gelê kurd û dostên wan be.