Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Welat li benda me ye keç û xortên kurdan…

Herne Pêş

 Birayên delal hûn werin Kurdino

Bihuşta welat em herin merdino

Eger hûn nayên vana keç, em meşin

Bes e koletî serfiraz her bijîn..

Herne pêş herne pêş dewr û dem ya we ye

Welat çav li rê bendewarê me ye

Keçên nûciwan em dixwazin xebat

Me canê ciwan danî rêka welat

Dilê me ji pola gurçik bûne hesin

Bo ala rengîn hûn werin em besin

Herne pêş herne pêş dewr û dem ya we ye

Welat çav li rê bendewarê me ye

Ev berhema di sala 1948’an de ji aliyê hunermend Mele Ehmedê Namî ve hatiye nivîsandin tam ji bo ciwan û roja îro em dijîn e, hatiye hûnandin. Ev sirûda ku di gelek ceng û serhildanan de bûye xwîn û di demarê me yê ji bo azadiyê de lê dayî, niha tam demê wê ye ku ev li Cenga Rûmetê ya Berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriye di serî de Serêkaniyê û gelek herêmên din bistirîn û bicengîn.

Di roja me ya îro de ku dijminê zalim ê sonda qira me kurdan xwarî, divê em neviyên vê xakê xurt û keçên kurd bi sirûda ‘Herne pêş’, ‘Rojbaş Gerîla’ û ‘Çerxa Şoreşê’ dakevin qadan û qadan vegerînin cenga azadiyê. Di serî de şerê li rojavayê Kurdistanê têkirin, di vê ne tenê weke êrîşa ser beşekê bê girtina dest û li gorî wê ciwan xwe bi rext û çek bikin, di govenda azadiyê de cihê xwe bigire. Çawa ku di cenga mezin a Kobanê de ji her deverê cîhanê xurt û keçan milê xwe da hev û sînorên Kurdistanê yên bi destê zaliman hatî xêzkirin hilweşand û xwe gihandin Kobanê şer kirin û serketin, îro jî eynî tişt ji me divê. Heta hê zêdetir ne kêmtir. Şêrê heta niha dihate kirin li dijî çete û peremilîterê wî bû niha li dijî serkêş Erdogan û desthilata wî ye. Bi çeteyên ji vir û wir komî ser hev kirî û hemû jî bi serê me sondxwarî dixwazin ne tenê ciwan heta zarokên di landikan de jî xwîna wan fir bikin. Ji bo wê ye ku bi hemû hêz û hovîtiya xwe êrîş dikin.

Di vê qonaxa ceng evqas giran û xurt de, gava yekem ciwanên başûrê Kurdistanê serkêşî kir. Ev nîşana yekbûnê û bi erka demê rabûn e. Ji bo wê ye ku divê em xort û keç bi xwebexş û fedayî berê xwe bidin eniyên cengê. Ya îro tê kirin, şerê MAN û NEMAN’ê ye.

Ji bo vê ye ku ciwan di her çarxê û pêngavê de dibin pêşeng û sîngên xwe yên ji mertalên pola didin ber gule û topan. Berxwedana Rûmetê ya îro li Keleha Berxwedanê Serêkaniyê û Girê Spî tê kirin yekan e nîşana wê ye. Çawa ku ciwanên her Kurdistanê mil didin mil û xwîna xwe dirêjin, li vir divê partiyên siyasî û rêxistinên kurdî ji bo xwîna wan li erdê nemîne û hesreta wan bi cih bê bi erka yekîtiya netewî rabin. Gava vê ya yekem ciwanên kurd, ereb, asûrî-sûryan dîsa ciwanên enternasyonalîst ji bo xaka Rojava şer kirin, ji bo yekitiya kurdan xwîna xwe rijandin. Gava duyemîn divê partiyên kurdî bi erka xwe rabin û dest bidin destê hev.

Ciwan ji bo ev pêk bê, zend û bend hildane çek û rext li xwe kirine û li eniyên pêş şer dikin. Banga wan û daxwaza wan azadî û yekitiya kurdî û parastina rûmet û kerameta gelê kurd e. Ji bo wê ye ku divê qulbeya ciwanan bibe Rojava…

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar