PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Dewleta tirk bûye welatê sansuran

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê rapora xwe ya meha adarê de bal kişand ser pêkanînên dewleta tirk a li ser rojnamevanan û ev tirşt got. “Di meha adarê de îşkence li 8 rojnamevanan hatiye kirin, 16 rojnamevan hatine destgîrkirin, rojnamevanek hatiye girtin û 330 nûçe hatine astengkirin.”

Komelaya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî binpêkirina mafên rojnamevanan a li Tirkiyeyê de ropora meha adarê parve kir.

DFG’ê di rapora xwe de da zanîn: “Desthiltadariya heyî ji hêlekê ve bi “Yasaya Sansurê” darbeyên faşîzane li azadiya çapemeniyê dide û ji aliyê din ve jî dema polîs êrîşî ser çalakiyên girseyî dike rojnamevan tên derbkirin û astengkirin. Di nav meha adarê de îşkence li 8 rojnamevanan hat kirin, 16 rojnamevan hatin destgîrkirin û rojnamevanek hat girtin. Darazê jî mesaiya xwe ya li dijî rojnamevanan di meha adarê de jî berdewam kir.”

DFG’ê di raporê de bal kişand ser ser hilbijartinên serokkomariyê û parlamentoyê yên Tirkiyeyê ku dê di 14’ê gulanê de pêk werin û wiha hate gotin: “Encama vê hibijartinê dê bandoreke bêhempa li siberoja gelê Tirkiyeyê bike. Ji bo vê hilbijartina ku ewqas wateyeke mezin û girîng lê tê barkirin “ewlehiya hilbijartinê” jî di nava mijarên sereke de cihê xwe digire. Di ewlehiya hilbijartinê de hêmaya sereke azadiya çapemeniyê di nava dorpêçê de ye. Her çend hilbijartin nêz dibe jî zext û dorpêçên li ser medyayê tên zêdekirin. Hemû rojname, malperên nûçeyan, ajans, radyo û televîzyonên ku ne li gorî hesab û xwestekên desthilatê weşanê dikin, hedef tên girtin û cezayên cur bi cur li wan tên birîn.”

Berfirehiya raporê wiha ye:

“Di demên dawî de rojnamevanên tên destgîrkirin û girtin li dijî wan ‘Yasaya Dezenformasyonê’ ya hikûmeta AKP-MHP’ê derxist û di raya giştî de ji wê re dibêjin “Qanûna Sansurê” hatiye bikaranîn di nirxandina raporê de bi bîrxistin ku bi nêzîkbûna hilbijartinê re rojnamevanên ku mîkrofonê dirêjî welatiyên li dijî polîtîkayên disthilatdariyê dengên xwe derdixin, nerazîbûnên xwe aşkera dikin di çarçoveya vê yasayê de tên destgîrkirin, girtin û der barê wan de doz tên vekirin.Çapemeniya Azad û rêxistinên din ên hevpîşeyî bi yek dengî, hê di serdema destpêka derxistina vê yasaya sansurê de bal kişandibûn ser vê xetereyê û hatibû gotin ku dê ev di pêşiya azadiya çapemeniyê û azadiya ramanê de bibe astengeke mezin. Careke din em bi heman biryardariyê dibêjin ku heta ev yasa paşve neyê kişandin dê têkoşîna me bidome. Desthiltadariya heyî ji hêlekê ve bi “Yasaya Sansurê” darbeyên faşîzane li azadiya çapemeniyê dide û ji aliyê din ve jî dema polîs êrîşî ser çalekiyên girseyî dike rojnamevan tên derbkirin û astengkirin. Di nav meha adarê de îşkence li 8 rojnamevanan hat kirin, 16 rojnamevan hatin destgîrkirin û rojnamevanek hat girtin. Daraz jî mesayiya xwe ya li dijî rojnamevanan di meha adarê de jî berdewam kir. Der barê 4 rojnamevanan de dest bi lêpirsînê kir û li 5 rojnamevanan jî doz vekir. Di meha borî de di 4 dozên pêk hatin de 2 sal cezayê hepsê û 48 hezar û 746 TL cezayê pere li rojnamevanan hat birîn. 2 hevpîşeyên me jî ji kar hatin derxistin.

Helwesta desthilatdariya AKP-MHP’ê û darazê ya li dijî alavên ragihandinê yên wek înternetê jî bi heman rengî pêk hat û 8 malperên înternetê girtin, ji bo 330 nûçeyan û ji bo hezar û 84 naverokên medya sanal jî biryara qedexekirinê derxistin. Mîsyona Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonan (RTUK) ew e ku, gel ji bo xwe bigihîne agahiyên rast û di vê babetêde bikaribe weşanê bike, derfetan biafirîne. Lê îro di destê hikumetê de li dijî vê misyona xwe bûye gopala zextê. Bi taybet jî di van rojên nêz ên hilbijartinê de kanalên ku propagandaya disthilatdariyê nakin dibin hedefa RTUK’ê. Radeya vê pirî zêde bû ku serokê RTUK’ê Ebûbekîr Şahîn di ser medya sanal de peyamên heqaretê yên li dijî rojnamevanan parve kir. Moderatorê TV’yek  ji bo ku di bernameya xwe de cih da pirtûka siyasetmedar Selahattin Demirtaş bi “provakatoriyê” tewambar kir û bi birîna cezayan gef li kanalê xwar. Piştî vê gefê li kanalan ceza li ser ceza hat birîn. Em bang li RTUK’ê dikin ku dev ji berdevkiya desthilatdariyê berde û dest bi rol û mîsyona xwe ya esasî ya ji bo gel bike.

Hevserokê komaleya DFG’ê Serdar Altan jî di nav de 16 rojnamevanên ku di 8’ê hezîrana 2022’yan de hatibûn destgîririn û piştre hatibûn girtin piştî 10 mehan hê temam bû. Angaştnameya ku ji aliyê dozger ve hat nivîsandin û ji 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê re hat şandin hê tu biryarek ji bo wê nehatiye dayîn. Em li bende ne ku dadgeh der barê angaştnameya ku di 28’ê adarê de gihiştiye ber destê wê de demildest roja danişînê diyar bike û biryara serbest berdana hevpîşeyên me bide. Heta ku ev pêk bê jî em ê bê navber têkoşîna xwe bidomînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar