Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Welatî ber bi zindana Amedê ve meşiyan

Girseyek ji gelê Amedê ji bo piştgiriya bi Leyla Guven ber bi girtîgeha Tîpa E ya Amedê ve meşiyan. Lê polîsan mudaxeleyî meşê kir û parlamenterên HDP’ê jî di nav de hin welatiyan derb kirin

Çalakiya hevseroka KCD û parlamenetera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku di 8’ê mijdarê de li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan dabû destpêkirin, di roja 64’an de berdewam dike. Ji bo balkişandina li ser tecrîd û rewşa li girtîgehan îro bi pêşengiya HDP’ê li 100 navendan civînên gel bên li darixistin û di 19’ê çileyê de jî mîtîng bên lidarxistin. Di vê çarçoveyê de komîteya amadekar civîna gel li dar xist.

Piştî civîna ku hat lidarxistin parlamenterên HDP’ê jî di nav de gelek kes berê xwe dan Girtîgeha Tîpa E ya li Amedê ku Leya Guven lê girtî ye. Girse bênavber dirûşma ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ û ‘Bijî berxwedana zindanan’ berz kirin. Lê polîsan di nav kolanên li ber girtîgehê de pêşiya komê girt û mudaxele kirin. Polîsan parlamenterên HDP’ê û welatiyan derb kirin.

Tevî hemû astengiyan jî parlamenter Semra Guzel heta ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê meşiya û ligel hemû astengkirin jî  Guzel daxuyaniyeke kurt da. Guzel di daxuyaniya kurt de ev tişt anî ziman: “Em îro ji ber daxwaza gelê xwe hatin. Lê hatina me hate astengkirin. Em ê bimeşin ber girtîgehê û heta ku tecrîd bi dawî bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Piştî daxuyaniya Guzel, girse bi çepik û sloganan ji ber girtîgehê veqetiyan. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar