Welatiyê bi navê Mihemed Nûrî yê ji şêniyên taxa Şêxmeqsûdê wiha got: “Vekirina rê ji hêla hin kurdan re li pêş dewleta tirk da ku êrişî kurdan bikin, çewisandina nasnameya kurdan û qirkirina kurdan e û nakevin xizmetî kurdan.”
Nûrî anî ziman ku ′gurmê darê ji darê ye′, bi wê yekê îşaret bi kiryarên PDK′ê kir û wiha domand: “Dema dijmin ji me be, ew yek wêrankirina rewa ji Kurdan re ye. Ev tişt li dijî me kurdan şermeke mezin e.”
Nûrî wiha li gotina xwe zêde kir: “Ev kiryar nakevin xizmetî kurdan. Ev xiyanet her tim paşdeçûnê çêdikin.”
Welatiya bi navê Fatme Hesen a ji şêniyên taxa Eşrefiyê jî wiha got: “Tevkarî şaştiyeke mezin e. Em dixwazin kurd yek bin, da ku fedakariyên şehîdên me badilhewa neçin.”
Fatme bal kişand ser sûcên dewletên kapîtalîs li dijî kurdan dikin, di serî de dewleta tirk nayên qebûlkirin û wan sûcan şermezar dikin.
Fatme anî ziman ku yekitî û biratiya gelan girîngiyek e ku tê de mafên ewlehî û aştiyê hene.
Mihemed Elî jî yê ji şêniyên Şêxmeqsûdê wiha got: “Bi van kiryaran dixwazin projeya biratiya gelan têk bibin.”
Elî wiha domand: “Tevkariya di navbera PDK′ê û dewleta tirk a dagirker de nakeve xizmetî gelê Kurd.”
Elî di dawiyê de bang kir ku yekitiya gelan û partiyên kurdî pêk bînin, ji ber dikevin xizmetî kurdan û wiha dawî li gotina xwe anî: “Divê hemû Kurd li hember van xiyanetan bisekinin û divê dubare nebin.”
Welatiya bi navê Ayşe Omer a ji şêniyên taxa Şêxmeqsûdê wiha got: “Koordîneya di navbera PDK′ê û dewleta tirk a dagirker de ji bo êrişkirina kurdan dikeve xizmeta qirkirina Kurdan û têkbirina nasnameya wan.”
Ayşe anî ziman ku li şûna PDK bi dagirkeriyê re şerê kurdan dike, divê şerê dagirkeriyê bike da ku Kurdistaneke azad were avakirin û got: “Dagirker naxwaze kurd bibin yek. Ji ber ku ew dizane dema kurd bibin yek tu kes nikare li pêş wan bisekine.”