Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Welatiyan bertek nîşanî opeasyonên dersînor dan

Welatiyên ku tev li mîtîna HDP’ê ya li Amedê hat li darxistin bûn, bertek nîşanî operasyonên dersînor dan û xwestin operasyon bi dawî bibin û li şûna şer aştiyek bi rûmet pêş bikeve

Partiya Demokratik a Gelan duh li Amedê mitînga “Aştiya Bi Rûmet û Çareseriya Demokratîk” li dar xist. Bi hezaran welatî tev li mitîngê bûn û xwestin li şûna şer aştiyek bi rûmet pêş bikeve. Welatiyên tev li mîtîngê bûn, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn.

Welatî Selma Metîn, bertekên xwe yên li diji şer anî ziman û wiha got: “Cihê şer lê hebe talankirin û wêrankirin lê heye. Cihê şer lê hebe krîza aborî lê heye. Betalî heye û kuştin heye. Lê cihê aştî hebe aramî heye. Cihê aştî hebe xweşî û serfirazî heye. Ji ber vê yekê em dixwazin li şûna şer aştiyek mayinde pêş bikeve. Aştî xweza ye, xweza azadî û azadî aramî û jiyan e.”

‘Emrê îktîdarê bi sînor e’

Metîn operasyona li dijî sînor û Herema Federal a Kurdistanê jî rexne kir û xwest  opekasyon bi dawi bibin û wiha got: “Divê tu kes van operasyonan qebûl neke. Îktîdar emrê wê bi sînor e. Lê têkiliya nava xwişk û biayan mayinde ye. Ew hatin û wê biçin. Lê xwişk û birayên li ser vê axê dijîn wê heta heta bi hevre li ser vê axê bijîn. Divê em destûr nedin şerê birakujiyê.”

‘Pêdivî bi makeqanûna nû heye’

Hevserokê HDP’ê yê Meletiyê Kemal Gedîk jî anî ziman ku pêdivî bi jiyanek azad û wekhev heye û wiha got: “Em qala hiqûqa wekhev dikin. Şer li her derê wêrankirin û talankirinê bi xwe re tîne. Em şer û tundiyê rêd dikin. Em dixwazin hemû kes li hemberî zagonan wekhev bin.”

Welatî Muhammed Altınkaya jî xwest her kes li dijî politikayên înkar û îmhayê li ber xwe bidin. Altinkaya, bibîr xist ku ji bo Tirkiyeyek demokratîk û aştiyek bi rûmet li qadan e û xwest her kes li qadan bin.

‘Bila tecrîdê rakin

Hazal Yildirim jî diyar kir ku ji malbata wê gelek kes girtine û wiha axivî: “Di heman demê ji malbata me gelek kesan jî jiyana xwe ji dest dan. Bila êdî mirin çênebin. Em dixwazin zarokên me ji girtîgehan derkevin. Bila tecrîda li ser Ocalan ra be. Dema em hatin vê derê jî 2-3 caran em di lêgerînê re derbas bûne. Ma êdî emê çi bibêjin?”

Yildirim, bal kişand ser operasyonên li dijî Herêma Kurdistana Federe û wiha got: “Ji bo ku şerê li dijî Herêma Federal a Kurdistanê raweste, em dikarin herin wê derê jî. Em weke dayîkan dixwazin aştî pêk were. Divê dayik pêşiya vî şerî bigirin.”

‘Bila mirin çênebin’

Meryam Fîdan a ji navçeya Cizîr a Şirnexê beşdarî mîtîngê bû jî ji bo rawestandina mirinan bang kir û wiha got: “Bila mirin çênebin. Aştî bila pêk were. Ez bi vî halê xwe yê nexwşe û pîr ji bo şatiyê hatim vê derê. Divê hemû kes xwedî li mafê xwe derkevin.”

Ji Cizîrê ji bo aştiyê hat

Necla Kuçuk jî diyar kir ku wê 2 zarokên xwe di dema qedexeyên Cizîrê de, di jêrzemînan de winda kir û wiha axivî: “Ez ji Cizîra  Botan ji bo aştiyê hatim Amedê. Dilê me şewitî, bila dilê tu kesên din ne şewite.”

Bulent Şîşkîn jî dest nîşan kir ku ji bo aştî pêş bikeve, divê hemû raya giştî bi hestiyar tevbigerin û aştî ji bo civak û gelan girînge. AMED

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar