Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Welatiyên Başûr: Îro Rojava be sibe jî dê Başûr bibe hedefa dewleta tirk

Welatiyên başûrê Kurdistanê diyar kirin ku dewleta tirk hebûna kurdan hedef digire û ger îro li Rojava bi ser bikeve dê sibe jî hebûna Başûr tune bike. Welatiyan hebûna artêşa tirk a li Başûr jî weke metirsiyê pênase kir û gotin ku derxistina wan a ji Başûr erka her kurdekî ye

Bertekên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê yên El Nusra, DAIŞ û OSO’yê yên li dijî rojavayê Kurdistanê her ku diçe zêdetir dibin. Bi taybet jî li başûrê Kurdistanê hem gel û hem jî derdorên siyasî bertekên tund nîşan didin. Li başûrê Kurdistanê nêrîna herî zêde tê parvekirin ew e ku dibêjin ger dewleta tirk li Rojava bi ser keve vêcarê jî dê Başûr bi temamî dagir bike. Têkildarî mijarê welatiyên Başûr, rojnameger û çavdêrên siyasî ji Rojnewsê re axivin.

Têkildarî mijarê rojnameger Beşdar Osman got ku êrîşa dewleta tirk a li ser Rojava bandora xwe li hemû parçeyên Kurdistanê dike û wiha dom kir: “Bi taybet jî li Başûr dike. Ji ber ku Başûr weke hebûneke serbixwe tê dîtin. Bi peyamên Tirkiyeyê xuya dibe ku armanc ne tenê Rojava, her wiha armanc ew e ku dawî li statûya Başûr bînin. Ji ber vê jî helwesta Başûr a ji bo Rojava helwesteke mirovane û dilsozane ye.”

‘Dewleta tirk hebûna kurdan hedef digire’

Çavdêrê siyasî Goran Celal jî diyar kir ku geşedanên li Rojava bandorê li Başûr jî dikin û divê li şûna şer, rêyên diyalogê bên tercîhkirin. Celal da zanîn ku metirsî dewam dikin û dewleta tirk her tim hebûna kurdan hedef digire. Celal bi bîr xist ku berpirsên tirkan gelek caran li Başûr dijberiya xwe ya ji bo Kurdistanê nîşandane.

Hebûna artêşa tirk a li Başûr

Mamostayê Zanîngeha Germiyanê Yadgar Elî jî daxuyand ku derxistina artêşa tirk a li ser xaka başûrê Kurdistanê erkeke exlaqî û neteweyî ye. Elî bi berdewamî jî wiha got: “Divê çalakvan, partiyên siyasî û gelê Başûr ji bo vê mijarê bikeve nava hewldanan. Ji ber ku hebûna wan ji bo me metirsiyeke mezin e. Yek ji daxwazên çalakvanên Iraqê jî derxistina dewleta tirk a ji Iraqê ye. Divê parlamenterên Başûr ên di Parlamentoya Iraqê de xwedî li vê daxwazê derkevin da ku biryara derxistina artêşa tirk were erêkirin.”

Derxistina artêşa tirk

Der barê mijarê de endamê Hizba Şue ya Kurdistanê Soran Sadiq jî anî ziman ku derxistina artêşa tirk a ji xaka Başûr erkeke li ser milê hemû kurdan e û divê ji bo vê tu kes li benda tu kesî nemîne. Sadiq diyar kir ku hebûna artêşa tirk a li Başûr dagirkeriya dewleta tirk a li Başûr hêsantir dike. Sadiq ji hikûmetê xwest ku artêşa tirk ji Başûr derxînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar