Welatiyên ji Germiyanê bertek nîşanî dagirkeriya dewleta tirk a li Başûr dan û gotin ku divê hikûmetên Başûr û Iraqê li dijî dagirkeriyê xwedî helwest bin. Welatiyan diyar kir ku divê li dijî dagirkeriyê her kurdek bi erka xwe ya neteweyî rabe û pêwîstî bi yekdengiyeke neteweyî heye
Hewldana dagirkirina axa başûrê Kurdistanê ya dewleta tirk, berdewam e. Ji ber êrîşên dewleta tirk heta niha gelê Başûr rastî ziyanên mezin ên canî û malî hatin. Lê tevî vê yekê jî ne hikûmeta başûrê Kurdistanê û ne jî ya Iraqê tu helwestek nîşan nedaye. Der barê mijarê de şêniyên Germiyanê ji Rojnewsê re axivîn û bertek nîşan dan.
Ji welatiyan Araz Zûrab got ku axa Başûr bênavber ji hêla Îran û dewleta tirk ve tê bombebarankirin û wiha domand: “Siyaseta van dewletan li ser bingeha tunekirina kurdan hatiye avakirin. Sedema êrîşên li dijî gerîla jî ev e. PKK hêza xwe ji gelê xwe digire. Bi vê sedemê ye ku hikûmeta Başûr û hizbên siyasî li gel dagirkeran tevdigerin. Ev yek jî dagirkeran şad dike. Mixabin hizbên desthilatdar ên li Başûr, li cihê ku li dijî dagirkeran derkevin, bi wan re kar dikin. Nahêlin ku gel jî dakeve qadan. Lê divê gel li dijî desthilatdar û dagirkeriyê serî hilde. Divê hikûmet xizmetê ji dagirkeran re neke.”
Bêhelwestiya hikûmetan
Resûl Baramî jî diyar kir ku li başûrê Kurdistanê du partiyên desthilatdar hene û ev nirxandin kir: “Ji van partiyan yek girêdayî dewleta tirk û ya din jî girêdayî Îranê ye. Di nav xwe de jî lihev nakin. Dagirker ji vê sûd werdigirin. Diviyabû ku hikûmeta navendî li dijî vê dagirkeriyê helwestek diyar bikira û hikûmet û parlamentoya Başûr jî li dijî dagirkeriyê biryar bigirta.”
‘Li erka neteweyî xwedî derkevin’
Der barê mijarê de welatiyê bi navê Aşitî Heme Qerec jî nêrînên xwe wiha parve kirin: “Ji bo tunekirina kurdan, peywendiyên dîrokî di navbera dagirkerên Kurdistanê Tirkiye û Îranê de hene. Heta niha gelek hewl jî dan. Êrîşên dewleta tirk û Îranê yên li dijî Başûr û vexwendina dewleta tirk a ji hêla hikûmetên Iraq û Başûr a ji bo axa me, komployeke navdewletî ye. Îro ji bo parastina vê axê pêwîste her kurdek bi erka neteweyî û exlaqî rabe û li dijî dagirkeriyê xwedî helwest be. Li dijî dagirkeriyê pêwîstî bi yekdengiyekî neteweyî heye.” GERMIYAN