Em di rizgariya jinê de rizgariya zilam û welat dibînin

Pirsgirêka jinê pirsgirêkeke ku her rojekê derbas dibe di cîhanê de her diçe derdikeve pêş. Em partiyek in ku bi şoreşa Kurdistanê ve armanc...

Li ser Iraqê û Hewlêrê, rakêşa Tirkiye û Îranê

Ji alîkî ve Tirkiye, ji aliyê din ve Îran, li ser Iraqê û Başûr di nava hewldanên pir xerab de ne. Her du dewlet jî,...

Pazartesi - 16 Eylül 2024

Welatiyên Hesendînê wê 24 saetan nobeta xwezayê bigirin

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê hewl dide desta Hesendînê bi destê şîrketan wêran bikin. Keyayê gundê Hêlînê Yaşar Baranev derbarê mijarê de wiha got: “Fermandarê cendirmeyan gef xwarin û got, 'Gel bixwaze û nexwaze jî wê ev maden bê avakirin.' Ger cardin dest bi xebatên madenê em ê rojê 24 saetan nobedê bigirin."

16 berê ji bo deşta Hesendînê ya Pasûra Amedê biryar hatibê dayîn ku “Pêdivî bi Nirxandina Bandora Derdorê (ÇED) tune ye”. Li gel vê biryarê jî desthilata faşîst a AKP-MHP’ê desta Hesendînê firton şîrketên xwe û hewl didi xwezaya herêmê wêrna bikin.

Sekreterê Komîsyona Hawirdor û Hiqûqa Bajêr ya Baroya Amedê Ahmet Înan biryara hatiye dayîn nirxand.

Înan diyar kir ku li ser malpera înternetê ya wezaretê nikarin xwe bigihînin biryarê û wiha got: “Li gorî rêziknameya ÇED’ê ger di nava 5 salan de xebatên veberhênanê neyên destpêkirin, ÇED’a hatiye dayîn ne derbasdar e. Ji ber ku gelek faktorên girîng ên wekî germahî, pîvanên baranê û avahiya axê di 16 salan de bi tevahî hatine guhertin. Me berê behsa krîza avhewayê nedikir, lê ev taybetmendî niha bi tevahî hatine guhertin.”

Înan diyar kir ku piştî rapora “pêdivî bi rapora ÇED’ê tune ye” divê di nava 5 salan de şîrket dest bi madenê bikira, lê di vî warî de tu hewldan çênebûne. Înan diyar kir ku sedema vê bêperwabûna şîrketê dewlet e ku şîrketan diparêze û got ku wê li dijî vê têkoşîna wan a hqûqê bidome. Odeya Bijîşkan a Amedê, Komeleya Ekolojiyê û TMMOB’ê jî dê tevlî vê dozê bibin. Em bi hemû dînamîkên bajêr re hereket dikin.”

Înan destnîşan kir ku hevgirtina ji bo Zozan Hasandînê hatiye destpêkirin girîng e û got ku divê ev yek bidome. Înan anî ziman ku ew ê giliyê kesên ku destûrê didin ev biryar bê pêkanîn bikin.

Keyayê gundê Hêlînê Yaşar Baran jî got: “Qeymeqam û fermandarê cendirmeyan gotin ‘Wê xebat bidomin.’ Me ji wan re got ku teqez em tiştekî wiha qebûl nakin. Lê fermandarê cendirmeyan gef xwarin û got, ‘Gel bixwaze û nexwaze jî wê ev maden bê avakirin.’ Ger cardin dest bi xebatên madenê bê kirin em ê dîsa li dijî wan rabin. Em ê rojê 24 saetan nobedê bigirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar