Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Welatiyên Hewlêrê: Divê em kurd bizanibin kî ax û welat diparêze

Welatiyên Hewlêrê nakokî û aloziyên navxweyî yên navbera aliyên siyasî yên yên herêma başûrê Kurdistanê yên li ser pirsgirêkên netewî û giştî şermezar kirin û gotin: “Şerê navbera PDK û YNK’ê de ne ji bo welatiyên hejar bû, tenê ji bo berjewendiyên wan bû. Divê em kurd bizanibin kî ax û welat diparêze." 

Di 22’ê gulanê de li parlamentoya herêma başûrê Kurdistanê di rûniştina li ser hilbijartinên herêmê de aliyên PDK û YNK’ê li hev nekirin û bi hev ketin, di navbera wan şer û alozî derket. Li pey vê yekê rexneyên tund li desthilatê hate kirin.

Li gorî rapora dawî ya Enstîtuya PAY’ê ev dema parlamentoya Herêma Kurdistanê ji sala 1992’yan vir ve, dema herî lawaz a Parlamentoya herêma başûrê Kurdistanê ye. Her wiha dema herî kêm yasa û biryar hatine derxistin, herî kêm berpirsyartî û çavdêrîkirin li ser karê hikûmetê hatiye pêkanîn. Li gorî heman rapora di warê parlamenter û serokatiya parlamentoyê de pêkhateya parlamentoyê ya herî lewaze.

Di derbarê mijarê de welatiyên parêzgeha Hewlêrê ji Rojnews’ê re axivîn.

Şoreş Îsa di destpêka axaftina xwe de bi fikar qala xemsariya rayedarên hikûmeta herêma başûrê Kurdistanê kir û wiha got: “Me PDK, YNK û partiyên din hilbijartiye da ku di Parlamentoyê de nûnertiya me bikin. Lê me wan ne hilbijartiye ku biçin stûyê hev dû bigirin. Divê lihev bikin û hikûmetek rêkûpêk ji bo di xizmeta welatiyan de bi rêve bibin.”

Welatiyek din ê bi navê Siyamend Bekir derbarê heman mijarê de axivî û wiha pê de çû: “Şerê ku di Parlamentoyê de derketî, diryardeyek gelek xerab bû. Şer tenê ji bo berjewendiyên wan bû, ne ji bo welatiyan bû. Ger ji bo welatiyan bûya, wê heta niha tiştek ji bo welatiyan pêşkeş bikirana.”

Her wiha Ezîz Nûredîn ku ji parêzgeha Hewlêrê ye diyar kir ku şerê navbera PDK û YNK’ê de ne ji bo welatiyên hejar bû, tenê ji bo berjewendiyên wan bû û wiha axivî: “Divê em kurd bizanibin kî ax û welat diparêze, li gel wî alî rast bin. Em li hemberî vî welatî berpirsyarin, ji zarokan heta mezinan em li hember vî welatî berpirsiyar in. Divê em xwe û welatê xwe biparêzin.”

Hêjayî gotinê ye di 9’ê Cotmeha 2022’yan de parlamentoya herêma başûrê Kurdistanê bi piraniya dengan, temenê dema pêncan ya Parlamentoyê, heta dawiya sala 2023’yan dirêjkiribû. Diviyabû ku di 6’ê mijdara sala 2022’yan de dema pêncan bi dawî bibûya.

Li dijî dirêjkirina dema parlamento û hikumetê li Dadgeha Federal ya Iraqê gilî hate kirin. Li ser giliya serokê berê yê parlamentoya herêma başûrê Kurdistanê Dr. Yusif Mihemed, Dadgeha Federal piştî 8 runiştinan encama lêkolîna li ser dosyeyê belav kir. Dadgeha Federal li gorî Destûra Federal a Iraqê, li ser dirêjkirina temenê parlamentoya herêma başûrê  Kurdistanê, biryara ne destûrî da û hilweşand.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar