Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

Welatiyên Kelarê: Rojava ji bo hemû Kurdistanê li ber xwe dide

Welatiyên Kelar a Germiyanê bertek nîşanî êrîşên dewleta tirk dan û diyar kirin ku Rojava, ji bo temamiya Kurdistanê li ber xwe dide. Welatiyan bang li hêzên siyasî yên kurd kirin ku di zûtirin dem de kongreya neteweyî li dar bixin

Welatiyên Kelar a Germiyanê bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li dijî rojavayê Kurdistanê dan. Welatiyan destnîşan kir ku dewleta tirk li ser her çar parçeyên Kurdistanê jî planan dimeşîne û divê kurd li hemberî van planan bibin yek.

Têkildarî mijarê mamoste Peyman Emîn anî ziman ku êrîşên dewleta tirk  ên li ser rojavayê Kurdistanê planeke qirêj a li dijî hemû mirovahî û kurdane û wiha domand: “Dewleta tirk di bin navê îslamê de êrîşên hovane pêk tîne. Çekên qedexekirî bikar tîne û jiyana bi hevre ya pêkhateyan parçe dike. Dewleta tirk başûrê Kurdistanê jî bi rêya aborî dagir kiriye. Lewre divê dijberiyeke xurt bê nîşandan. Niha li dijî malên tirkan boykotekê mezin heye. Ev yek cihê keyfxweşiyê ye.”

Banga kongreya neteweyî

Di berdewamê de jî Emîn bang li hemû partî, rêxistin û aliyên siyasî yên kurd kir ku di zûtirin dem de kongreya neteweyî pêk bînin û di qada navneteweyî de zexteke mezin li ser dewleta tirk çêbikin da ku hêz û baregehên xwe yên li başûr û rojavayê Kurdistanê derxîne.

‘Rojava ji bo temamiya Kurdistanê li ber xwe dide’

Der barê mijarê de ji Pêşmergeyên Dêrîn Îdrîs Mehemed jî destnîşan kir ku armanca dewleta tirk ne tenê Rojava, tevahiya Kurdistanê ye û wiha derbiî: “Lewre berxwedana ku şervan li rojavayê Kurdistanê nîşan didin, ji bo tevahiya Kurdistanê ye.  Li beramberî vê berxwedanê nabe ku tu kurdek bêdeng bimîne. Herkes li gorî hêza xwe divê şer bike. Ger em nikarin tev li berxwedanê bibin, wê demê em şerê xwe bi boykotkirina malên tirkî bimeşînin. Ez weke Pêşmergeyekê Dêrîn amade me ku bi çeka xwe tev li berxwedana Rojava bibim.” GERMIYAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar