Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Welatiyên ku tev li Berxwedana Rûmetê bûn û vegeriyan hatin binçavkirin

Asayîşa PDK’ê welatiyên bi navê Şaba Cafe û Mam Ezîz ên ku tev li Berxwedana Rûmetê bûn û vegeriyan Başûr, li Deriyê Fîş Xabûr binçav kirin

Bi destpêkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê, gelek ciwanên ji bajarên cuda yên başûrê Kurdistanê derbasî Rojava bûn û tev li refên Berxwedana Rûmetê bûn. Her wiha gelek ciwan jî ji bo piştgiriya di hêla civakî de derbasî Rojava bûn.

Balkêşe ku ciwanên ji bo piştgiriyê derbasî Rojava bûn û niha vedigerin başûrê Kurdistanê, ji hêla hêzên asayîşa PDK’ê ve tên binçavkirin. Hefteyek berê jî 12 ciwanên ku tev li Berxwedana Rûmetê bûn û piştre vegeriyan Başûr hatibûn binçavkirin û bi rojan di bin çavan de man.

Li gorî agahiyan, hêzên asayîşê yên PDK’ê niha jî welatiyên bi navên Şaba Cafe û Mam Ezîz ên ku beşdarî berxwedanê bûbûn dema ku dixwestin vegerin Başûr li deriyê Fîş Xabûrê binçav kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar