Li navçeya Mîlasê dema namzetê AKP’ê û rêveberên AKP’ê zexîre û maşîneyên bi aku ji bo astengdaran belav dikir, rastî bertekên welatiyan hatin
Namzetê AKP’ê yê Şaredariya Mîlasa Muglayê Bariş Saylak û namzetên encumeniyê yên Mîlasê dema li taxa Çatlik zexire û maşîneyên bi aku ji bo astengdaran belav dikir, rastî bertekên welatiyan hatin. Welatiyan bi gotina ‘Hûn dibêjin terorîst. Hûn bi kijan rûyî deng dixwazin. Dengê em bidin we tune ye’ bertekên xwe anîn ziman. Welatiyan zexîreyên AKP’îyan negirt û ew paşve vegerandin. MUGLA