Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Welatiyên Rizgarî daxwaza yekitiyê ji partiyan kirin

Welatiyên navçeya Rizgarî ya Garmiyanê daxwaza yekîtiyê ji partiyan kirin û gotin ku bila nakokî û berjewendiyên xwe bidin aliyekî û wiha gotin: Ger kurd yekgirtî bin wê Tirkiye û Îran qet nekarin êrîş bikin ser gelê kurd.”

Welatiyên navçeya Rizgarî ya Germiyanê derbarê dagirkeriyê û parastina Kurdistanê girîngiya yekîtiya neteweyî ji ajansa Rojnewsê re axivîn. Welatiyan xwestin li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li ser xaka başûrê Kurdistanê hemû partiyên siyasî û gelê kurd bibin yek.

Soran Ehmed bi gotin pêşiyan Timî hêz di yekitiyê de ye dest bi axaftina xwe kir  û wiha got: Îro ev hêz ji bo kurdan pêwîste ku li hemberî dijmin û neyarên xwe rabin ser piyan. Pêkhatina yekîtiya neteweya kurd ku hemû hêzên kurd beşdar bibin, divê hemû berjewendiyên neteweyî bigire nava xwe. Divê ji bo dijminên kurd û ewên ku êrîş dikin ser xaka başûrê Kurdistanê bibe bersivek.”

Soran Ehmed aşkera kir ku ger li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser xaka Kurdistanê pêk tên kurd bibin yek hêz, dê tu hêza dagirkeran nemîne.

Herwiha Mihemed Kerîm aşkera kir ku sedema bombebaran û dagirkeriya dewleta Tirkiye û Îranê nebûna yekbûna kurdane û wiha got: “Ji berî her tiştî divê li dijî dijminê gelê me yekîtiyek neteweyî ya bihêz pêk were.Kerîm daxwaz ji partiyan kir ku berjewendiyên teng ên hizbî nexin pêş berjewndiyên gel û wiha got: Ger wiha nekin, em ê parçe bîn. Timî dijmin di dema parçebûnê de dixwaze ziyanek mezin bigihîne me.”

Her wiha welatiyê bi navê Salar Celal jî aşkera kir ku di dîrokê de timî parçebûn sedeme ku kurd negihîjin armancên xwe û wiha got: Lewaziya hêzan, dûrketina wan ji hev û nebûna helwestê bûye sedem ku malwêriya me pêk were. Ji bo dijmin bûye deriyek ku armancên xwe pêk bîne. Ev rewşa ku niha li başûrê Kurdistanê heye, sedama wê neyekbûnê ye.”

Salar Celal sedema rewşa niha ya başûrê Kurdistanê û dagirkeriyê nebûna yekgirtina hêzan destnîşan kir û daxwaz kir ku nakokiyên wan êdî nebin sedema ziyangihandina kurdan. GERMÎYAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar