Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Welatiyên Şingalê ji bo daxwazên xwe meşiyan

Welatiyên Şingalê li dijî peymana di navbera hikûmeta Iraq û başûrê Kurdistanê ya li ser Şingalê û daxwazên xwe meşiyan

Li dijî peymana di 9’ê Cotmehê de di navbera hikûmeta Iraq û başûrê Kurdistanê de li ser Şingalê hat îmzekirin û îradeya welatiyên Şingalê li ber çav nehat girtin, li navenda Şingalê gel meşek girseyî lidarxist.

Meş li ber Medreseya Sor destpê kir û heta Navenda Asayîşa Şingalê berdewam kir. Di meşê de dirûşmeya ‘Em hemû asayîş in’ berz kirin.

Di meşê de xelkê Şingalê piştgiriyê dan Asayîşa Êzidîxanê û saziyên Şingalê.

Di meşê de leşkerên Iraqê xwestin astengiyê çêbikin. Lê şingaliyan astengî nas nekirin û çalakiya xwe bi dirûşma ‘Hûn nikarin îradeya me bişikînin’ berdewam kirin.

Piştî meşê ji aliyê hevseroka MXDŞ’ê Reyhan Heco, Berdevka TAJÊ’yê Sebîhe Sebrî û Berpirsê Asayîşa Şingalê Xalid Qasim ve peyam hatin dayîn.

Reyhan Heco di axaftina xwe de wiha got: “Ev 25 roj in bênavber em şev û roj li bin konê çalakiyê li dijî polîtîkayên dijminên hevpar ên ku li ser Êzidxanê û îrada Êzîdxanê nas nakin, li ber xwe didin. Heta niha me gelek çalakî kirine. Lê mixabin ji daxazên me re heta niha bersivek erênî nehatiye dayîn. Dewleta Iraqê ya bê îrade niha jî dixwaze hêza ku înandîn Şingalê me bitirsînin. Lê em natirsin. Me heta niha gelek ferman dît, ji dîrokê heta niha em li ber xwe didin. Em ê ji niha pê de jî li ber xwe bidin. Çalakiyên me rewa ne û em ê li ser daxwaz û çalakiyên xwe bi israr bin.”

Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sabîha Sebrî jî di peyama xwe de ev tişt anî ziman: “Îro roj roj a xîret û berxwedanê ye. Roja ne li ser îrada êzidiyan û jinên êzidiya plan tên kirin, divê jinên êzidî û civaka êzidî dev ji berxwedaniya xwe neberdin, heta ku îrada wan qebûl bibin. Em jî wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî em ê heta dawiyê li hemberî planan li ber xwe bidin.”

Berpirsê Navenda Asayîşa Êzidxanê Xalid Qasim jî wiha axivî: “Kesên ku îrada hêza asayîşa me nas nekin em ê li gel berxwedana gelê xwe wan nas nekin. Em soz didin Mam Beşîr û hemû şehîdên doza Êzidxanê em ê îrade û şerefa Êzidxanê bi berxwedanê biparêzin.”

Dawiya daxuyaniyê û peyamên hatin dayîn, çalakiya kon jî wek bertekekê nû ji ber neqebûlkirina îrada Êzidiyan a ku şeş sal e Şingalê birêve dibe, li ser rêya giştî ya li ber deriyê Navenda Asayîşa Şingalê kon hat vedan. ŞINGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar