Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Welatiyên Şingalê li dijî tecrîdê meşiyan

Li bajarokê Sinûnê ya ser bi Şingalê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ)  û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meşek organîzekirin

Navenda Nûçeyan

Li bajaroka Sinûnê ya Şingalê li dijî tecrîda girankirî  ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin.

Meşê li ber avahiya Meclîsa Gel a Sinûnê destpê kir û heya ser rêya sereke ya bajaroka Sinûnê dewam kir. Di meşê de tevî nûnerên sazî û rêxistinên Şingalê bi sedan xelkê bajarok beşdarbûn. Di meşê de posterên  Rêber Ocalan hatin rakirin û dirûşmên, ‘Bê serok jiyan nabe’, ‘Bijî Serok Apo’ hatin gotin.

Piştî ku meş giha ser rêya sereke ya bajarokê Sinûnê daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endama Weqfa Jinên Êzidî Siham dexîl ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye; “Bi salaye sîstema desthilat ya dagirker û faşîst dixwaze me wekî gel ji Rêberê gelan Rêber Apo dûr bixe û me fêrî jiyanek bê Rêbertî bike. Her roj tecrida li ser Îmraliyê girantir dibe û tu agahî ji Serokatî nayên girtin. Ne dihêlin ku malbat û ne jî parêzer biçin Îmraliyê. Hêzên desthilat yên heyî ji nêrîn û fikra azad ya Serok Apo ditirsin, ji ber ku pir baş dizanin haqiqeta jiyanê di fikir û felsefeya Rêber Apo de ye.

Jiyaneke azad û civakeke azad tenê bi îdeolojiya azadiya jin û azadiya civakê mîsoger dibe. Ji bo vê jî, wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û Yekîtiya jinên ciwan yê Êzidî, em diyar dikin ku em ê tim ji bo azadiya Rêberê xwe li ser piya bin. Di vê dema borî de xwestin bi tevliheviyên di nav Şingalê de ne tenê nakokiyên di navbera Iraq û Şingalê kûr bikin, di esas de hedef û armanc ew bû ku pêşketina sîstema xweseriya demokratik a Rêber Apo asteng bikin û rojev ji Serokatî dûr bixin.

Hedefe yekemîn ewe ku civaka Êzidî Fermana ku li ser hatî ji bîr bike û dev ji doza û mafê xwe berde. Hêzên desthilatdar baş dizanin ku civaka xwe bi fikira azad rêxistin kirî û bûy îrade wê tim li ser piyan be. Eger îro Êzidî xwedî statû û nasnameyek azadin ev yek ji bi saya Rêber Ocalan e. Her çiqas hewl bidin ku ev sîstema xweser ye demokratîk di nav Şingalê de pêşnekeve jî  lê nikarin bibin asteng, ji bo ku gelê Êzidî hişyar bûye û xwe pêşxistiye. Bi taybet Jina Êzidî zincîrê koletiyê şikandiye û di roja me a îro bûyê pêşengê hemû jinên cîhanê. Ji bo me, wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî, xwedî li derketina Rêber Apo, xwedî derketina li Şingalê, Şehîdan, Jinên Êzidî, gelê Êzidî û hemû destkeftiyên a civaka Êzidi û xweseriya demokratîk e. Li ser vê esasê ji bo hemû kesên azadixwaz, di serî de civaka Êzidî, Jinên Êzidî, gelê kurd, kesên sosyalîst û şoreşger em về dibêjin. Gava ku Rêber Apo ji civakê bê dûrxistin, wê çaxê ti tiștek wek ehlaq, azadî û heqîqet namîne. Azadiya Rêber Apo azadiya hemû jinan û civakê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar