Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Welatiyên Soranê: Boykotkirina malê tirkî erkekî niştimanî ye

Welatiyên ji herêma Soranê destnîşan kirin ku kirîna her tiştekî tirkan, ji bo dijmin dibe cebilxane. Welatiyan got ku boykotkirina malê tirkî erkekî niştimanî û helwestekî biwêrek a dilsoziya bi gelê kurd re ye

Bi destpêkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li dijî rojavayê Kurdistanê, li başûrê Kurdistanê li dijî malên tirkî boykoteke berfireh hatibû destpêkirin. Têkildarî mijarê welatiyên Soranê ji Rojnewsê re axivîn.

Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Ezîz Serbest anî ziman ku li Herêma Kurdistanê derfetên girîngîdayîna berhemên navxweyî zêde ne û wiha domand: “Bingeha ku berhemên navxweyî li şûna malê tirkî bigre heye. Ji bo vê jî divê hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgiriyê bide hewldanên ji bo pêşxistina malên navxweyî. Li Herêma Kurdistanê bi hezaran xwendekarên ku zanîngeh qedandin hene. Her xwendekarek li gorî beşa xwe jî dikare asta bêkariyê kêm bike. Ji bilî vê pêwîste em hemû bizanin kirîna her malekî tirkî, ji bo dijmin dibe cebilxane.”

‘Asta bazirganiyê milyar dolar derbas kirine’

Welatiyê bi navê Xelat Hisên jî bi lêv kir ku erka hikumetê ya destpêkê ew e ku bazirganiya bi dijmin re boykot bike û wiha got: “Bi salane ku asta bazirganiya bi Îran û Tirkiyeyê re digihe milyar dolaran. Her du welat jî dijminê gelê kurd in. Boykotkirina malê tirkî erkekî nîştimanî ye û helwesteke biwêrek a dilsoziya gelê kurd e. Ev yek jî ji bo xebata pîroz a hêzên şoreşger ên gelê kurd e û neçarkirina hikûmetê ya ji bo giringidayîna berhemên navxweyî ye.”

‘Divê hikûmet xwedî planeke demdirêj be’

Ji welatiyan Mihemed Hisên jî destnîşan kir ku divê hikûmeta herêmê ji bo zêdekirina berhemên çandinî û pîşesaziyê, xwedî planeke dem dirêj be û wiha bi dawî kir: “Ya girîng ew e ku herêm xwedî çavkaniyeke bihêz a aboriyê be. Hertim em ji malê tirkî û Îranê ditirsin, ji ber ku dîroka wan bi ser de çûye. Ev jî dibe sedemê dehan nexweşiyan. Ji bo vê ger berhemê navxweyî hebe, dê ji aliyê tendûristiyê ve jî baş be.” SORAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar