Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Welatiyên Sûriyeyî yên li Sûdanê bang li Rêveberiya Xweser kir

Welatiyên sûriyeyî yên li Sûdanê asê mane, bang li Rêveberiya Xweser kir ku wan ji şer xelas bike.

Şerê di navbera artêşa Sûdanê ya bi serkêşiya Ebdulfetah Burhan û Hêzên Piştevaniya Lezgîn a bi serkêşiya Mihemed Hemdan Deqlo (Hemîdîtî) de dikeve hefteya xwe ya sêyemîn

Ji ber şer gelek welatan hemwelatiyên xwe ji Sûdanê derxistin

Li gorî gelek çavkaniyan, di nav de kurdên ji Kobanê û Girê Spî, zêdetirî 90 hezar sûriyayî li Sûdanê dijîn. Piraniya wan li Xertûm û derdora çemê Nîl û Keslayê ne.

Li gor agahiyan, zêdetirî 200 malbatên kurd ên li Xertûmê tenê dijîn, ji ber şer berê xwe dane bajarê Etbera (330 km dikeve bakurê Xertûmê).

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2023/04/30/191909_e2808fe2808fe2808fe2808fmnashyt-recovered.jpg

Xelîl Hec Muslim ji gundê Qizelî yê Kobanê, ji zêdetirî 10 salan ve li Xertûmê karê kolandina bîran dike û beriya çend rojan ji ber şer koçî Etberayê bû.

Hec Muslim axivî û rewşa li Sûdanê bi karesat û trajediyayê wesif kir û got” Roj bi roj rewş xirabitir dibe. Li kêleka şer jî diznî û talankirin a ji aliyê komên çekdar ve zêde dibin. Di radeya yekemîn de ev binpêkirin dighêjin sûriyayan. Komên çekdar bi awayekî mezin li tax û derdora paytextê belav in.”

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ji ber şerê li Sûdanê 15 welatiyên sûriyeyî jiyana xwe ji dest da.

Wezareta Tenduristiyê ya Sûdanê jî ragihand ku ji destpêka şer ve û heta 28ʹê nîsanê 528 kes hatin kuştin û 4 hezar û 599 jî birîndar bûn.

Me xwe spartiye Rêveberiya Xweser

Bi dehan malbatan ku hewl dan ji Sûdanê derkevin, li bendera Bûr Sûdan a deryaya Sor asê mane. Malbat ji ber tunebûna cih û zehmetiyên dabînkirina xwarin û vexwarinê dikişînin. Lêçûna çûn û hatina di nava du bajaran de dighêje 100 dolarî û buhayê lîtreyeke sotemenî 200 dolar e.

Xelîl Hec Muslim destnîşan kir ku piraniya malbatên biyanî di du hefteyên borî de ji Sûdanê hatin derxistin, lê ji bo welatiyên sûriyeyî yên tu bersiv an alîkarî nehatiye dayîn.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo vegerandina sûriyayên ji herêmên rêveberiyê yên ku li Sûdanê asê mane komîteyek ava kir.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya ku 27ʹê nîsana borî dabû de got: “Erka vê komîteyê ye ku agahiyan bigihîne, şêwirên bike û nexşeyekê ji bo vegera gelê me yê asê maye, vegerîne. Em bi hêvî ne li Sûdan û tevahî herêman rewşa aram û îstîqrar çêbibe.ʹʹ

Rêveberiya Xweser ji bo peweyendiya bi komîteyê re ev hejmar diyar kirin:

+963991650104

+963998231081

Xelîl Hec Muslim bang li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku di demeke nêzîk de welatiyên sûriyeyî ji Sûdanê derxe.

Hec Muslim diyar kir ku hikûmeta Şamê tu gav neavêtiye û got: “Me xwe spartiye Rêveberiya Xweser. Em bi hêvî ne ku di demeke nêzîk de ji vê dojehê derkevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar