Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Welatiyên suryan, laz û elewî piştgirî dan berxwedana Guven

Welatiyên suryan, laz û ji bawermendên elewî da zanîn ku tecrîda li ser Ocalan bêhiqûqî ye û piştgiriyê didin berxwdana grevên birçîbûnê. Welatiyan da zanîn ku dixwazin deng bidin dengê Leylayê û gotin ku daxwazên Guven û girtiyan daxwaza wane jî

Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, di roja 119’an de didome. Her wiha ji li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî çalakiya greva birçîbûnê ji 16’ê kanûnê ve dest pê kir û di 1’ê adarê de jî li temamiya girtîgehan belav bû.

Piştgiriya bi çalakiyên grevên birçîbûnê re  her ku diçe zêdetir bû. Hem li welat û hem jî li derveyî welat ev piştgirî her ku diçe berfirehtir dibe. Têkildarî berxwedana grevên birçîbûnê welatiyên suryan, ermen, laz û oldarên elewî ji MA’yê re axivîn. Di vê çarçoveyê de Edîp Arslan ê suryan anî ziman ku tecrîd, sûc e. Arslan diyar kir ku ji bo ku di demekî kin de aştî li vî welat vegere, divê tecrîd bê rakirin.

Divê tecrîd bi dawî bibe

Arslan daxuyand ku ji ber zext û zordariyan ji sedî 95’ê suryanan neçar man ku Tirkiyeyê biterikînin  û wiha domand: “Ger sibê du sibe mirovên di greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest bidin, ma wê ev welat rehet bibe? Divê rojek berî rojekê tecrîd bi dawî bibe û dawî li greva birçîbûnê bê. Em tenê doza aştiyê dikin.”

‘Çiraya ku Guven pêxist me hemûyan ronî dike’

Endama Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Nergîz Guzel jî diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan di esasê xwe de li ser hemû gelên Tirkiyeyê ye. Guzel daxuyand ku di rastiya xwe de daxwaza Leyla Guven, tê wateya bidawîkirina tecrîda li ser gelên Tirkiyeyê û wiha got: “Berteke li dijî zext û zordariyê, li dijî zilmê ye. Daxwaza wê daxwazeke mafdar e û daxwaza me ye jî. Jin heqîqet bixwe ye. Li ser vî esasî ez çalakiya Leyla Guvenê silav dikim. Li dijî vê tecrîda ku li ser gelên Tirkiyeyê, çira pêxist û ev çira ji bo me hemûyan bû ronahî. Berxwedana wan berxwedana me ye û em ê ji bo daxwaza wan li her derê tev bigerin.”

‘Em jî dixwazin bibin dengê Leylayê’

Welatiya ji pêkhateya laz Aylin Hacaloglû jî got ku ew piştgiriyê didin daxwaza Leyla Guven û girtiyên di greva birçîbûnê de û wiha bi dawî kir: “Em jî dixwazin bibin dengê Leylayê. Ji bo ev têkoşîn hîn mezintir bibe çi ji destê me tê em dikin. Leyla Guven doza tiştekî zor nake. Doza tiştekî pir hêsan û mirovî dike. Dixwaze tecrîd bi dawî bibe. A rast dibêje, tecrîd bêhiqûqî ye û divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Evqas hêsan e. Lewra daxwaza wê daxwazeke mafdar e.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar