Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Welatparêzî girêdayî netewbûnê ye

Çend rojên borî û vir ve yek ji bûyerên herî nexweş û bala giştî civaka kurd kişandî gerîlayê HPG’ê Harûn Elbak (Selîm Adiyaman) ê li herêma Zergûza Banê ya ser bi navçeya Hezex a Şirnexê ji aliyê hinek kesên bêrûmet û keramet ve hatibûn girtin û piştî bi saetan îşkence û heqaretan radestî artêşa tirk a dagirker kiribûn.

Piştî ev dîmen derketin, yek car bala hemû kesê kurd, xwedî rûmet û keramet kişand, rê li ber bertek û nerazîbûnên mezin ên civakî vekir. Carekî din rastiya bûyîna dijminê xwe û dostê celadê xwe bi hemû rengî nîşan da. Her wiha careke din li hemberî van kiryarên wiha erka me ya welatparêzî û welatparzî kîne nîşan da.

Rêber Apo di dahûrandineke xwe de wiha qala welatparêzî û welat dike; ‘Welatparêzî, ji parçeya xaka ku li ser dijî, ji çandiniya ewil bigire, ji kevirên ku hatin qulkirin û kirin stargeh, xwe gihandina parastina jîngehên heta gihana vê kirina mal û zevî, parastina wê bigire, parastina qada eşîrtiyê û ber bi pêş ve çûyîn û gihiştina asta bilind a parastina gel û welat, xwedî li jiyana gel derketine. Girêdana bi axê re û derbasî jiyîn xwe cihî bûyîn bi serê we tê wateya pêşxistina jiyînê. Welatparêzî jî ji wê pêvajoya dîrokî bigire heta roja me ya îro îfade dike. Welatparêzî girêdayî netewbûnê ye. Bi girêdanbûna axê re û derbasbûna bi jiyîna xwecihî re, herêmên xwe parastin, li wir kok avêtin û bûyîna netew, di roja me de li dijî mêtingeriyê şerkirin, têkoşîna azadiya netewî di her astê de pêşxistin, ji bo vê pêwîstî bi têkoşîneke her alî ya kûr a dîrokî ku xwe dispêre hest, raman û xebatê divê hebe. Têgîna ‘Welatê Tirkiye bi gelê xwe re yekgirtî û yekparçeyî ye’ bi vekirî dikarim bidim nîşandan ku; bi vê yekê kêmeneteweyên din û bi taybet zêdetir rastiya netewa Kurdistanê xwestiye asîmle bike. Nirxên netewî yên gelê Kurdistanê di nava nirxên netewî yên Tirk de bihelîne, welatparêziya Tirkiye bixe cihê welatparêziya hemû Kurdistanê. Bi vê yekê re jî dixwazin rastiya Kurdistanê ji holê rakin, Tirkîtiyê li ser hemû qadan serwer bike.’

Ji ber nebûna hestê welatparêzî û ji rastiya welat û welatparêziyê dûrketin, karesatên wiha tîne serê mirov. Mirov li ser bingeheke sexte û neyarê nirxên xwe tên mezinkirin. Ji bo vê yekê ye ku divê em baştir welatparêzî û erka welatparêziyê ji bo parastina nirx û rûmetên xwe xurtir bikin.

A girîng li vir çawa ku helwestek xurt derkeve ji her alî ve derket, bi taybet helwesta ciwanan a li ber vê hêjayî silavkirinê ye. Lê divê neyê jibîrkirin ku tenê helwest wiha têrê nake. Ji ber ku helwestek bê kiryar be, hewlestek wê cihê xwe negire. Ji bo vê ye ku eger ku di warê hesabxwestinê de bi rola xwe nerabin, wê demê helwest demkî ye û wê rê li pêşiya vê yekê neyê girtin. Her wiha welatparêzî û rola welatparêziyê jî divê li ser esasê tolgirtin û parastina keramet û rûmeta mirovahiyê be.

Çawa ku em gerîla weke keramet û rûmeta xwe dibînin, her tevger û nêzîkatiya çewt, divê li ser xwe ewil bibînin û li gorî wê esasê bikevin nava tevgerê. Ji ber ku ya li ser gerîla Harûn hate kirin, li ser hemû keramet û rûmeta gelê Kurd, hêzên şoreşger û milîtanan bûye. Madem ku wisa ye, divê bi vê zanabûnê bi vê yekê bibin xwedî helwesteke netewî, welatparêzî û niştimanhezî.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi salan ji bo gelê kurd ji bin zilm û zordariyê bê rizgarkirin, her cûre berdêl daye û amade ye heta dawî têkoşînê bike. Îro li hemû tunelên şer ên Herêmên Parastinê yên Medyayê li ber gazên jehrî, çekên kîmyewî, teqemeniyên termoborîk li ber xwe dide. Her wiha berxwedana şervanên azadiyê ya li dijî DAIŞ’ê bûye sembola xweragirî û serfiraziyê ji bo hemû cîhanê.

Derketina dîmenên wiha mirov dixe nava şokek mezin ku hê rastiya nokerî û xiyanetê cihê xwe girtiye, hevkariya dijmin dike. Elbet wê hesabê wê gerîla bixwaze. Wê ji bo xayîn û nokeran kunên mişkan bibe qesir lê. Hesab dereng zû wê bê xwestin.

Ciwanên kurd û şoreşger ên li bakurê Kurdistanê divê erka xwe ya milîtantî û şoreşgeriyê pêk bîne. Cihê ku gerîla nekare, bi erka xwe rabin û hesabê hevrêyên xwe ji nokeran hilde. Her wiha malbat û gelê welatparêz ên di serî de yên li Şirnex, Hezex û Botanê van kesên bêrûmet û keramet ji nava xwe derxin. Ji ber ku ya van kir, li dijî pîvan û kerameta civaka kurd e. Van şexsan mirovên herî hêja, kirin qurbanê çend qirûşên bixwîna kurdan.

Nûçeyên Têkildar