Selahattîn Erdem |
Gelo mirov dikare ji bûyerên li ser sînorê Polonya û Belarûsê re bibêje ‘drama mirovayetiyê’ yan jî ‘drama kurdan’? Bêguman mirov nikare bibêje. Ji ber ku ne bi tenê dram lê qetlîamek jî heye.
Dema mirov dibêje ‘Dram’ ev rewş sivik dibe û roleke wisa ava dike ku qetlîama mirovayetiyê meşrû dike. Berpirsên bûyerê vedişêre û pê re jî derfeta hesappirsînê ji holê radike.
Ji ber van bûyeran hinek kes berpirs in û divê hesap bidin. Nexwe berpirs û sûcdarên bûyeran kî ne?
Bêguman mesele ne bi tenê tiştên li ser sînoran in û divê li wir li berpirsan neyê gerîn. Tişta li ser sînorê Polonya û Belarûsê, tişta bi navê ‘Pirsgirêka koçberan’ bi tenê encamek e. Ne sedema bûyerê ye.
Ji ber vê jî ji bo ku mirov rast fêm bike û bide pênasekirin, divê ne li encamê lê li sedeman binêre. Ji ber ku tişta li ser sînorê Polonya û Belarûsê û tişta li Behra Spî pêk tê, berpirsên wê yên sereke, sedem in.
Gelo mirov çima neçar dimînin ku xwe li sînorê Polonya û Belarûsê yan jî li Behra Spî bixîn?
Gelekî aşkera ye ku du sedemên vî tiştî hene. Yek jê pergala modernîteya kapîtalîst a pênc sed salî û rewşa wê ya global e.
Ji ber ku li ser vî esasî pênc sed sal in hemû dewlemendiyên Amerîkaya Latîn, Afrîka û Asyayê bi darê zorê hatine desteserkirin û birine Ewropayê. Li van qadan mirov ji birçînan dimirin û li Ewropayê jî bihuşteke berxwiriyê hatiye avakirin. Ji ber vê jî mirovên birçî berê xwe didin vê bihuşta sixte.
Ya duyemîn jî li Amerîkaya Latîn, Afrîka û Asyayê rêveberiyên heyî piranî jê otorîter û mêtinger in.
Li ser civakên wir ji aliyekî ve zextên giran û zilmê dikin û ji aliyê din ve jî dewlemendiya wan didizin û pê re jî malbat û xanedaniya xwe dewlemend dikin.
Bi vî awayî mirov dikevin bin zext û birçîbûneke giran. Bi van zext û birçîbûnê mirovan ji welatên wan dûr dixînin û berê wan didin Ewropayê.
Nexwe bûyera koçberên li ser sînorê Behra Spî, Polonya û Belarûsê ji ber pergala modernîteya kapîtalîst a pênc sed salî û ji ber dîktatoriya faşîst tê avakirin. Berpirs û sûcdarên van bûyerên bi navê ‘Drama mirovayetiyê’ ev hêz in.
Ji ber vê jî divê mirov van hêzan wekî berpirsê van bûyeran sûcdar bikin û hesabê van bûyeran ji van hêzan, feraset û siyaseta wan bipirse.
Di vî warî de divê qala rola diyarker a dîktatoriya faşîst AKP û MHP’ê were kirin. Ji ber ku faşîzma AKP û MHP’ê ne bi tenê li ser mirovên di nav sînorên dewleta tirk de, li ser mirovan zext û mêtingeriyê dike, di heman demê de welatên cîran jî di serî de gelek mirovan ji Asya û Ewropayê kom dikin û wan sewqî Ewropayê jî dikin.
Li ser vî esasî ‘krîza penaberan’ ava dikin û ji ser wan şantajê li Yekitiya Ewropayê dikin. Dixwazin YE dîktatoriya wan a faşîst û siyaseta qirker a ku dijminatiya kurdan dike, qebûl bike.
Ji ber vê jî rêveberiya faşîst a AKP û MHP’ê berpirsên ‘krîza penaberan’in û divê herî zêde hesabê vî tiştî ji rêveberiya faşîst a AKP û MHP’ê were pirsîn.
Dema ku em van tiştan diyar dikin, li gorî me ne rast e ku mirov dev ji welatê xwe berdin û ji bo ku bikaribin biçin Ewropayê xwe diavêjin nav Behra Spî û xwe li sînorê Polonya û Belarûsê dixin, li gorî me ev ne meşrû ye.
Beriya her tiştî em van hêzan wekî berpirs û sûcdar diyar dikin. Bi vî tiştî re jî sedema wê çi dibe bila bibe, em bi tundî rexne dikin ku dev ji welatê xwe berdin û diçin li welatên din dibin penaber û dixwazin li wir li bihuştekê bigerin.
Di vî warî de rastiya esasî ev e ku mirov li warê xwe be, li hemberî kesên faşîst û mêtinger xwe bi rêxistin bike û têbikoşe û bihuşta xwe li warê xwe ava bike.
Bêguman mirov dikare alîkariya mirovî bide mirovên li wir şerpeze bûne. Lê ne ku mirov rewş û helwesta kesên li wir bipesinîne, berevajî wê bi rexneyê, şaşîtiya fikr û tevgerên wan deyne holê û berê wan bide rastiyê.
Reva ji welat û li Ewropaya ku her tiştê xwe bi xwînê afirandiye, lêgerîna li bihuştê ne tiştekî wisa ye ku mirov xwedî lê derkeve û wê biparêze. Beriya her tiştî ev tişt li dijî welatparêziyê ye.
Li ser esasê van tespîtan em dikarin qala ‘Drama kurdan’ bikin.
Tê gotin ku kesên li ser sînorê Polonya û Belarûsê kom bûne û beşeke zêde ya kesên mirine kurd in. Piraniya wan jî ji başûrê Kurdistanê ne!
Ango ciha ku kurd wê bi rê ve dibin û parçeyê Kurdistanê ye ya ku jê re tê gotin ‘Kurdistana azad’. Di reva wan de jî faşîzma AKP û MHP’ê dibe qasid.
Tê fêmkirin ku çima faşîzma AKP û MHP’ê dixwaze kurdan ji Kurdistanê derxîne û wan li her dera dinyayê belav bike.
Ji ber ku faşîst, mêtinger û qirker e, dijminê kurdan ê sondxwarî ye û her roj kurdan qetil dike û bi xwîna kurdan xwe têr dike. Ji kurdan re dibêje ‘Ji vê axê derkevin, hûn diçin ku herin’ Ango qirker e û qirkeriya li ser kurdan pêk tîne.
Pergala kapîtalîst a global zext, zilm û mêtingeriya herî mezin li ser kurdan dike.
Vê pergalê Kurdistan kiriye çar parçe. Ev pergal gelê kurd tune dihesibîne û kurd xistine bin zexta qirkirinê. Ev pergal bi her awayî piştgiriyê dide qirkirina dewleta tirk a li ser kurdan.
Ji ber vê jî sûcên zext, mêtingerî û talanê yên modernîteya kapîtalîst herî zêde li Kurdistanê hatiye kirin.
Ji ber vê jî pergala modernîteya kapîtalîst û faşîzma AKP û MHP’ê dixwaze bi hev re kurdan ji Kurdistanê derxînin û li Kurdistanê demografiyê biguherînin. Lê di vir de du tişt nayên fêmkirin û nabe ku were qebûlkirin.
Yek jê rola Rêveberiya Herêma Başûrê Kurdistanê ye. Ligel hemû hewldanên neyînî yên pergala kapîtalîst û faşîzma AKP û MHP’ê, heke rêveberiya Hewlêrê polîtîkaya rast bimeşîne, xwedî li gelê kurd û ciwanên wê derkeve, nexwe ev kes wê dev ji Kurdistanê bernedin û nexwazin birevin Ewropayê.
Nexwe rêveberiya PDK’ê ya Hewlêrê, berpirsê vê bûyerê û reva ji Kurdistanê ye.
Bi xurtnekirina demokrasiyê, bi zêdekirina zext û mêtingeriyê, bi pêkanîna talanê, bi mezinkirina xanedaniya Barzaniyan, mirovên din tî, birçî û hejar dihêlin.
Nexwe çima mirov ji rêveberiya kurdan û ji Kurdistana wekî bihuştê birevin.
Ya duyemîn jî feraset û helwesta wan mirovan e ku ji dêvila li hemberî meyla antîdemokratîk a PDK’ê wê têbikoşin, dev ji Kurdistanê berdidin û direvin Ewropayê.
Aşkera ye ku ev feraset û helwesta jî şaş e, ji ber ku civakeke di bin qirkirinê de ye, ji bo kurdan jî xetere ye û sûc e.
Ji ber ku reva ji Kurdistanê reva ji welatparêziyê ye, reva ji têkoşîna azadî û demokrasiyê ye. Bêguman ji aliyê welatparêziyê mirov nikare vî tiştî qebûl bike.
Welatparêziya kurdan nabe ku wisa be. Her roj bi dehan ciwanên kurd ji bo azadiyê canê xwe didin, ji bo ku ew jî li Ewropayê bijîn, nabe ku ji Kurdistanê birevin.
Nexwe divê mirov welatparêziya kurdan ji nû ve rast fêm bike û li her derê rast pêk bîne.
Xeta welatparêziyê ya Rêber Apo divê li her derê li ser civakê were pêkanîn.
Bi sedan, bi hezaran mînakên welatparêziya kurdan ên wisa hene. Mînaka herî dawî jî dostê sadiq ê Rêber Apo, welatparêzê hêja yê kurd, şehîdê mezin Yûsif Gulo ye. Kesayetiya Yûsif Gulo, mînaka herî şênber a pîvanên welatparêziya rast e.
Nexwe divê mirov welatparêziya kurdan li ser pîvanên Yûsif Gulo pênase bike û li her derê pêk bîne.
Li ser vî esasî şehîdê me yê welatparêz Yûsif Gulo û neviyên şehîd bi rêzdarî bi bîr tînim, diyar dikim ku em ê helwesta wî bikin pîvana welatparêziyê û bîranîna wî li Kurdistana Azad bidin jiyîn.
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka