Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Welidîna bi sezeryan û xeteryên wê

Li gorî hin lêkolînên ku li Ingilistanê hatine kirin;  jinên bi sezeryanê diwelidin, di welidîna duyemîn ya xwezayî de dikevin nav rîska nexweşînên cur bi cur

Welidîn di xwezayê de tişta herî pîroze. Xweza bi xwe afirîner e. Di xwezayê de hemû zindîwar bi rêya welitînê tê dinê. Hemû zindîwarên mê diwelidin û ev gelekî xwezayî û pîroz tê dîtin. Ji bo miravan jî heman tişt derbasdar e. Jin xwediyê civakê ye. Hemû mirovahî bi welidînê hatiye holê. Her welidînek bi serê xwe jî ji bo dayikekê xeteriyên xwe hene. Dibe ku di pêvajoya welidînê de ew dayik jiyana xwe ji dest bide. Bi pêşketina tiba modern ev xeterî kêm be jî ji holê rabûye. Lê dîsa jî xeteriyên di pêvajoya welidînê de didomin. Li ser vê mijarê gelek xebat û lêkolîn hatine kirin û tên kirin. Rîsk û xeteriya di welidînê de çine hatine vegotin. Cudahiya di navbera welidîna xwezayî û ya bi cerahî de çine. Pispor û lêkolîner di vî derbarî de gelek zanyarên ku mirov baldar bin radixin ber çavan.

Li gorî xebateke lêkolînî ya ku li Ingilistanê hatiye kirin, jinên ku bi sezeryanê diwelidin û dema cara duyemîn ku bixwazin bibin xwedî zarok û bi rêya xwezayî zarok bîne dinê rîskên mezin jî dertê pêş wan.  Lewre piştî welidîna sezeryanê dayik nikarin welidîneke xwezayî bikin an jî ev welidîna xwezayî ji bo dayikê gelekî zehmet çê dibe. Ev welidîna xwezayî, hem ji bo dayikê hem jî ji bo zarok rîskên mezin bi xwe re tîne.

Li gorî lêkolinên ji aliyê Zanîngeha Oxfordê vê hatî kirin û di rojnameya Timesê de hatiye weşandin; Jinên ku piştî sezeryanê welidînek xwezayî dikin an zarokên wan mirî tê dinê, yan jî  rîskên wekî septîsemî (nexweşiya ku mirov bi xwînê jehrînî dibe) wê derkevin pêşiyê.

Li gorî hin xebatên ku ji aliyê pisporên Skoçyayê yên di navbera salên 2002 – 2015’an de li ser jinên ku bi sezeryanê diwelidin de hatî kirin encameke wiha derdixe hol;  Li ser 74 hezar jinên ku carek be jî bi sezeryanê welidiye ji sedî 60 di welidîna xwe ya duyemîn de dîsa sezeryan tercih kirine. Yên din jî welidîna xwezayî tercîh kirine. Li gorî encama vê xebatê; Ew jinên ku bi sezeryanê welidîne û welidîna xwe ya duyemîn bi xwezayî kirine xwîn gelekî ji wan çûye û du qet zêdetir xwîn neqlî wan hatiye kirin. Mîzdank (Mesane) sê qat zêdetir zirarê dibîne, di devê rehîmê de heft qet zêdetir çirandin derketiye holê. Ya din jî rîska sepîstemî jî her çûye zêdetir bûye. Bi zarokan re jî di encama testên dil, nefes û masûlke de jî rîskên nexweşiya septîsemî her ku çûye zêdetir bûye.

Prefesor Jenny Kurinczuk yê ku  di nav xebatê de cih girtî jî li ser jinên ku bi sezeryanê diwelidin diyar kir ku  divê ew jinên ku dubare bi sezeryanê diwelidin jî hewceye baldarî xwe û rîskên ku sezeryan bi xwe ve tîne, bin.

 

 

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar