Navenda Nûçeyan
Li gorî nûçeya Ajansa Nûjinhayê, li Eyaleta Bûşehra a Îranê wênekêş Fatameh Aalî piştî ku ji bo kişandina wêneyan ji malê derket, hat qetilkirin. Li ser bedena Fatameh Aalî şopa kêrê hat dîtin.
Li heman eyaletê di nava mehekê de 2 wênekêş hatin qetilkirin. Hat ragihandin ku kujer hatiye girtin.
Hat ragihandin ku kujer li xwe mikur hatiye kir ku bi telefonê gelek caran jina ciwan aciz kiriye û piştre ew qetil kiriye.