Li navçeya Şaxê ya Wanê di 11’ê îlonê de Osman Şîban û Serbet Tûrgût îşkence li wan hatibû kirin û ji helîkoptêrê hatibûn avêtin. Rapora nexweşxaneyê piştrast kiribû ku her du welatî ji helîkoptêrê hatine avêtin. Wêneyê Servet Tûrgût ê di beşa venêrîna awarte de bi cîhaza hilmij ve girêdayî ye û tê dermankirin hat belavkirin.
Di wêneyê Tûrgût ê ji aliyê Ajansa Mezopotamyayê ve hat belavkirin de tê dîtin ku Tûrgût bi cîhaza hilmij ve girêdayî tê dermankirin û xetereya jiyana wî didome. Her wiha ser û çavên wî reş şîn bûne û bi xwîn û birîndar e. WAN