Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Wêneyê 7 sal berê kirin sedema girtinê

EDENE |

Li Edeneyê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê de 17 kes hatin binçavkirin. Polîsan li ser fermana dozgeriyê bi îdiaya ‘dema zarok bûn kevir avêtine’ binçav kirin û piştî lêpirsînê sewqî dadgehê kirin. Heyeta Dadgeha Cezayê Sulhê ya Edeneyê 12 kes girtin û 5 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest berdan. Heyeta dadgehê bi hinceta di salên 2011 û 2014’an de wêne û dîmenên wan di çalakiyan de heye û tev li çalakiyan bûye û bi bi sûcdariya ‘Li ser navê rêxistinê çalakî li dar xistine’ û ‘Endamtiya rêxistinê’ 12 kes girtin û şandin girtîgehê.

Nûnera Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Herêma Akdenizê parêzer Yasemîn Dora Şeker, girtina 12 kesan nirxand û wiha got: “Di operasyona 6’ê hezîranê de muwekilên min B.A. û C.B. jî di nav de 10 kes hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina muwekilên min B.A. û C.B. îdiaya 6 – 7 sal berê di çalakiyên civakî de kevir avêtine maşîneya polîsan. Lê di dîroka qala wê tê kirin de muwekilê min tev li çalakiyê nebûye. Kesên tê îdiakirin ku di wêne de hatiye tespîtkirin ne ew e. Muwekîlên min sûcdariya der barê xwe de red kirin. Lêbirsîna der barê bûyerek 7 sal berê de nû bê kirin li dijî heq û hiqûqê ye. Karê tespîta wêne şaş hatiye kirin. Dîsa Dadgeha Cezayê Sulhê li dijî hiqûqê biryar daye. Li ser îtîrazara girêdayî naveroka rapora Komîsyona Venedikê ya sala 2016’an muvekkîlê min hat berdan.”

Her wiha Şeker anî ziman ku 6-7 sal berê muwekilên wê 14 – 15 salî bûne û piştî 6-7 salan der barê muwekilên wê de lêpirsîn tê vekirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo sûc hebe, divê krîterê sûc ji aliyê dadgehê ve bê pênasekirin. Heta niha çima ev wêne di dosyayê de hiştin û hêj nû derdixin pêşberî me. Ger li gorî pêşketinên siyasî wêneyan ji refên edliyê daxe û lêpirsînê bidin destpêkirin ev ne li gorî heq, hiqûq û edaletê ye. Li welat çalakî bê destûr bên lidarxistin jî li gorî zagonên Destûra Bingehîn mafekî xwezayî ye. Divê êdî bê niqaşkirin mafê xwepêşandan û civînan tê astengkirin ya nayê astengkirin. Divê têkildarî vê yekê Peymana der barê Mafê Zarokan ên Neteweyên Yekbûyî, (BMÇHS) li ber çavan bê girtin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar