Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Wêneyê azadiyê

“Min wêneyek xêz kir,

dixwazim herdem lê bê nêrîn

bûm deng

dixwazim bêm bihîstin

li welatê min, li cîhanê, li gerdûnê…” Abdullah Ocalan

Demsal bihar bû, destpêka meha Nîsanê bû, kulîlkan pelên xwe vedabûn, daran kirasê zivistanê ji ser xwe rakirîbûn, xwe bi hatina biharê re xemilandibûn. Nifşê xwezayê dest bi xemilandina rojê kiribû. Her roj bi xwe re wek çivîkên ji hêlînê firdidan, dest bi zayînê dikir. Zayîna rojê. Ji tarîtiyê ber bi ronahiyê. Kî dikare pêşiya zayîna ronahiyê di nav şevên tarîda bigire.

Li Xelfetî gundê Amarayê dergûşek sancû (êş) xistibû bedena dayika xwe. Ji eşê dayik heya sibê xew nekiribû, li hewşê çûbû hatibû edî hêza wê nemabû. Bang kirin pîrik hat ji bo welidandinê. Ev ne welidandinek hêsan bû, welidandinek bi êş û zehmet bû, tu kesî nizanîbû wê keç an kur çêbibe. Lê hinek jinên bi tecrûbe, digotin ev zik xuyaye zikê lawa ye.

Sancû her çûn zêdebûn, bi destê sibê, bi derketina tavê, lawek hat dinê. Dayik gelek şabû, ji hêlek ji êşê xelas bû ,li hêlek bigirîn zaroka xwe hembêz kir. Wê rojê li gundê Amara zarokek hat dinê. Mal bi hatina dergûşê re bû cihê dilxweşî û şahiyê. Navê zarokê danîn Abdullah, ango evdê xwedê. Ev bû heviya gelê xwe û heviya mirovahiyê.

Ev dergûş mezin bû, ji dayika xwe şer û têkoşînê hîn bû. Dayikê jê re digot “heger tu lêdanê bixwî, divê tu tola xwe bigre û were“. Şansê wî yê girî û qazincan tunebû. Wê demê fem kir ku jiyan şer e û divê mirov tola xwe bigire li hemberî kesên lê tedayiyê dikin,  an jî li hemberî dijminê xwe. Li aliyê din hînê xwe parastinê bû.

Dayika wî bandorek mezin li ser têkilî û nezikbûyîna wî ya bi jinan re çêdike. Ev di demê pêş de xwe vediguherîne teoriyan. Teoriyên ji bo azadiya jinan û azadiya civakê.

Ew û rêhevalên wî, rêxistina xwe ava dikin. Li dijî pêkanînên mêtinger en dewleta tirk berxwedan û têkoşîna xwe bilind dikin. Ev têkoşîna, li hemberî zilma dewletên ku axa Kurdistanê dagirkirine û li hemberî pergala kapîtalîstê.

Bi damezirandina PKK´ê ve jin tev li rêxistinê dibin. Di destpêkê de jinên tev li dibin ên xwendekarên zaningehê ne. Bi demê re, ji hemû sinifan tevlibûna nav refên gerîla çêdibe.

Wê demê jin jî wek mêran li qada Libnan-Filistînê tev li perwerdehiya leşkerî dibin. Edî rolên ku klasîk en ji hêla civakê ve, ji jinan re hatine veqetandin,  ji holê êdî radibin, ev sînora tê rakirin.

Gavên wekheviyê, azadiya jinan, tên avêtin. Jinên ku bi hezara sal in di bin serweriya mêr de jiyan dikin. Edî çarenûsa xwe bi xwe diyar dikin. Niqaşê partiyek jinan tên kirin, partiya xwe ava dikin.

Dema Abdullah Ocalan bi komployek tê girtin. Li Îmralî cara yekem di pirtika xwe ya “civaknasiya Azadiyê” peyva “jineolojî” bi kar tîne, ango zanista jinan.

Armanca jineolojiyê ev e ku pergala mêtîngeriyê, ya ku li ser bingeha têkiliyên serdestiya mêr û têgihiştina jiyanê ya navendî desthilatdar binirxîne.

“jiyana hevpar, nemaze zanista ku dê li dora jinan were pêşxistin, dê gava yekem be ku ber bi civaknasiya rast ve tên avêtin”.

Li Rojava bingeha sîstema demokratîk a konfederal tên avêtin. Dengê Ocalan xwe digihîne her derê, ev deng dibe dengê hêviyê, ji her derê jin û mêr, ên li dû heqîqetê, berê xwe didin axa Mezopotamyayê. Ji bo jiyanek azad, jiyanek wekhev, pirr rengî, pirr zimanî.

Wêneya Ocalan xêz kir edî zelal dibe. Dema sî diçe ev wêne xwe diguherîne jinek di nav xwezayê de, ya milên xwe ji azadiyê re vekiriyê.

Ev wêneya ku bi rengê azadiyê hatiyê xêz kirin, bi azadiya Abdullah Ocalan ya fîzîkî dê mîsoger bibe.

Rojbûna te pîroz be Ronahiya axa Mezopotamyayê!

Nûçeyên Têkildar