Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Wêneyê faşîzmê

Meşa parlamenterên HDP’ê ya li Stenbolê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, tevî hemû astengiyan jî tê lidarxistin. Di çalakiyê de hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî axivîn û bertek nîşanî dorpêça polîsan dan. Temellî got; ‘wêneyê tecrîdê îro li vir e.’ Buldan jî diyar kir ku mirov bi astengkirina parlamenteran nabin zilam û bertek nîşanî wezîrê karên hundir da

Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Sezaî Temellî jî di nav de parlamenterên HDP’ê xwestin ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê re, xwestin ku ji Qada Taksîmê heta Qada Galatasaray a Stenbolê bimeşin. Lê meşa parlamenteran ji hêla polîsan ve hate astengkirin. Bi sedan polîsan derdora parlamenteran girt û gef lê xwar. Wêneyên dorpêça polîsan, li ser meydaya civakî jî weke ‘Wêneyê tecrîdê’ hate parvekirin.

Li ser dorpêça polîsan, parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê û Wekîlê serokê meclisê yê HDP’ê Mîthat Sancar bertek nînaşî polîsan da û wiha got: “Serokomar Erdogan  li kolana Îstîklalê meşiya û li gel simît belav kirin. Çima qanûna qedexeyê li dijî serokkomar nakeve meriyetê?”

Xwest ku tecrîd bi dawî bibe

Di çalakiyê de parlamenteran pêşmalkên ku wêneyên Leyla Guven û nivîsa ‘Bila tecrîd rabe û Leyla bijî’ li ser bûn, li xwe kiribûn. Parlamenterên ku hatin astengkirin, li ber Otela Hîl a Taksîmê daxuyanî da û çalakiya rûniştinê li dar xist. Di daxuyaniyê de Temellî axivî û ev tişt anî ziman: “Ji bo piştgiriya bi Leyla Guven re me xwest heta Qada Galatasarayê bimeşin û daxuyanî bidin. Lê asteng kirin. Em li vî welatî komara demokratîk û mafên mirovan diparêzin. Ji bo vê jî divê tecrîd demildest bê rakirin. Em ji bo têkoşîna hevpar a bi Guven re em li vir in. Ev têkoşîn ji bo daxwaza aştî, wekhevî û azadiyê ya hemû gelên Tirkiyeyê ye. Daxwazeke rewa ye. Divê her girtî bikarin bi malbat û parêzeran re hevîtin bikin û birêz Ocalan jî bikare mafên xwe bi kar bîne.”

‘Wêneyê tecrîd li vir e’

Temellî bal kişand ser dorpêça li ser wan hatiye kirin û wiha pê de çû: “Yên ku dixwazin wêneyê tecrîdê bibînin, bila li vir mêzinin. Ew wêne li vir e. Me îro ev wêneye pêşkeşî we kir. Bi rakirina tecrîdê dikare dawî li vê pergala ceberrût bê anîn. Nenaskirina qanûnê sûc e. Em ê piştgiriya xwe ya bi Guven re bidomînin û tecrîdê bişikînin.”

‘Bi astengkirinan mirov nabin zilam’

Pervîn Buldan jî bertek nîşanî astengkirina pollîsan da û ev tişt anî ziman: “Meşa me li ser fermana Suleyman Soylu hate astengkirin. Divê tu bizanî ku bi astengkirina meşa parlamenteran re mirov nabin zilam. Wezîrê karê hundir bi awayeke dijhiqûqî meşa me asteng kir. Divê rêveberên vî welatî bizanin ku emê têkoşîna xwe bidomînin. Vaye em 40 sal in têdikoşîn û em têkoşînê ji wezîrê karên hundir hîn nebûne. Ji bo edalet û azadiyê me gelek bedel da û em ê ji vir şûnde jî bidin.”

Parlamenteran ji Guven re silav şandin

Piştî axaftina her du hevserokan, parlamenteran li Qada Taksîmê çalakiya rûniştinê li dar xist. Di nava dorpêça polîsan de Buldan li Leyla Guven geriya, rewşa wê pirsî û silavên parlamenteran jê re ragihand.

Parlamenterên HDP’ê piştî çalakiya rûniştinê li ber Otela Hîl a li Qada Taksîmê kom bûn û ji Qada Taksîmê ber bi Qada Galatasarayê ve bi pankarta ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ dest bi meşê kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu duh bal kişandibû ser çalakiya parlamenterên HDP’ê û wiha gotibû: “Ger ku ez destûrê bidim hûn wê meşê li dar bixin, wê demê ez ne zilamim.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar