Navenda Nûçeyan
Ji kadroyên pêşeng a PKK’ê Sakîne Cansiz di 9’ê Çileya 2013’an de bi Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan re li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê MÎT’ê ve hat qetilkirin. Sakîne ya ku jiyana wê li girtîgehan derbas bû, li dijî her cureyên îşkenceyê jî serî hilda û sir neda. Sakîne ya ku bi têkoşîna xwe bû sembol, hê jî rêya jinan ronî dike.
Wêneyekî Sakîne yê di 1980’î de tê texmîn ku li Girtîgeha Amedê di hevdîtinê de hatiye kişandin derket holê. Di wêneyê ku ji aliyê nûçegîhanê Rojnameya Milliyetê Mustafa Îstemî ve hatiye kişandin Sakîne di wêne de di navbera 3 jinên girtî de rûniştiye.
Di 1981-1988’an de kovara çand û hunerê ya ji mehê carekê dihat weşandin ji bo îşkence û zextên li girtîgehan nîşanî her kesî bide, biryarê dide ku pêşengeha wêneyan li dar bixe. Ekîba ku dê pêşangehê li dar bixe, li rojnameger û ÎHD’ê digerin û bi wan re hevdîtinan dikin. Wêneyên balkêş ên girtiyan dikişinin, berhev dikin. Yek ji wêneyên ku di wê pêşangehê de cih digire wêneyê Sakîne Cansiz e. Ev wêneyê ku gihaşt ber destên me li Girtîgeha Leşkerî ya Amedê di dema hevdîtinê de hatiye kişandin.