Balafirek biçek û bêmirov a dewleta tirk a dagiker îro (3 îlon 2021) serê sibehê saet derdora 08.18’an de navenda Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bombebaran kir.
Cihê ku hatiye bombebarankirin, navbera malan e û ziyanek maddî çêkiriye. Camên hemû malên derdorê şikestine û li nava avahiyan, li ser cihên razanên û dergûşên zarokan belav bûne. Di nava zarokan de jî tirsek daye avakirin.
Wêneyên ku piştî bombebaranê hatine kişandin, hovîtiya dewleta tirk a dagirker radixe ber çavan. MEXMÛR