Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Wêneyên îşkenceyê

Welatiyê bi navê B.Y. ku duh li Amedê hate binçavkirin, rastî îşkenceyên giran hat. Wêneyên îşkenceya ku li B.Y. hatiye kirin derketin

Welatiyê bi navê B.Y. duh ji aliyê Şaxa Midûriyeta Sûcên Organîze û Qaçaxiyê (KOM) ya Midûriyeta Polîsan a Amedê ve hatibû binçavkirin. Wêneyên îşkenceya ku li Y. hatiye kirin derketin holê. Di wêneyan de tê dîtin ku laşê B.Y. ji ber îşkenceyê reş û şîn bûye û bi pişt ve jî hatiye kelemçekirin. Tevî ku B.Y. bi giranî hatiye îşkencekirin û şopên îşkenceyê li ser laşê wî hebûn, du nexweşxaneyên cemaweriyê ên Amedê weke ku îşkence nehatibe kirin rapora xwe amade kirin.

Têkildarî mijarê parêzera B.Y.,  Berîvan Turan anî ziman axivî û diyar kir ku ku duh piştî binçavkirinê, çûna Şaxa KOM’ê lê polîsan destûr nedane ku bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Turan destnîşan kir ku polîsan hêj di seyareya zirxî de dest bi îşkenceyê kiriye û malbata Y. jî weke şahid nîşan da.

Di berdewamê de jî Turan got ku heta 4 saetan jî polîsan nehişt ku bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bike û wiha domand: “Li ser israra min, polîsan li hevalê min ê parêzer Ozgur Îzgî gef xwarin. Polîsekî ji Îzgî re got; ‘Em ê camê bi serê te hewirînin.’ Dema me qala îşkenceyê kir, ji me re gotin; ‘polîs jî birîndar bûne.’ Bi vê yekê re jî îşkence qebûl kirin. Li ser israra me, piştî 24 saetan rê dan ku em hevdîtinê bikin. Min şopên îşkenceyê bi çavên xwe dîtin û me wêneyên wê kişandin. Ji bo raporê jî muwekîlê min sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî û Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê kirin. Lê raporên ji dûrî rastiyê amade kirin. Em ê der barê her du nexweşxaneyan, bijîşkên rapor amade kirin û polîsên ku îşkence kirin de serlêdana sûc bikin.”

Parêzer Ozgur Denîz Îzgî jî dê der barê polîsên ku hevdîtina bi muwekîlê wî re astengî derxistin û gef xwarin de serlêdana sûc bike. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar