Karwanê piştgiriyê yê ji welatiyên herêma Cizîrê pêk dihat, li gundê Mişrafayê cenazeyê 16 şehîdên sivîl ji bin xerabeyan derxistin
Hêzên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê gundê Mişrafa yê Serêkaniyê bombebaran û topbaran kiribû. Di encama êrîşa hovane de gelek avahî hilweşiyan û sivîl di bin xerabeyên avahiyan de mabûn.
Çend kêlî berê karwaneke sivîlan ku ji bo rizgarkirina sivîlên birîndar ên di Nexweşxaneya Serêkaniyê de bi rê ketibûn gihiştin gundê Mişrafayê. Welatiyan dest bi rakirina xerabeyan kirin û di encama lêgerînê de cenazeyên 16 welatiyên sivîl ên ku bi hovane hatine qetilkirin, ji binê xerabeyan derxistin.
Xebatên lêgerînê yên li gund berdewam in. HESEKÊ