Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Wêneyên kujer diyar dike têkiliya wî bi AKP û MHP’ê re heye

Wêneyên faşîstê bi navê Onûr Gencer ê ku li Îzmîrê endama HDP’ê Denîz Poyraz kuştibû, diyar dike ku têkiliya kujer bi desthilatdariya AKP û MHP’ê re heye

Navenda Nûçeyan |

Wêneyên faşîst ê bi navê Onûr Gencer ku di avahiya HDP’ê ya Îzmîrê de endam û xebatkara HDP’ê Denîz Poyraz qetilkiribû, derket holê. Êrîşkarê 27 salî piştî ku hat binçavkirin, li emniyetê di îfadeya xwe ya pêşîn de îdîa kiriye û gotiye ‘Tu têkiliya min bi tu kesan re tune, ji ber ku ez ji PKK’ê nefret dikim ketim avahiyê û min gule li derdorê reşand’.

Lê dema ku mirov li wêneyê kujer Onûr Gencer dinihêre dibîne ku ne kesekî ji rêzê ye û ev êrîş bi plan hatiye kirin.

Kujer li ser hesabê xwe yê înstagramê yê bi navê ‘onur_gencer1994’ gelek gotinên nijadperest û wêneyên bi çek belav kiriye û gotiye ‘Hey dolên ermeniyan, ez ê di heyata we… Min hêrsa xwe xwariye divê ez xwînê bi we bidin verişandin.’

Di wêneyan de tê dîtin her carê çekeke cihê di destê wî de ye. Hinek wêne li bajarên Rojava û Sûriyeyê hatine girtin ên ku dewleta tirk ew der dagir kiriye. Wêne nîşan dide ku kujer di warê leşkerî de perwerde bûye.

Di wêneyekî de yê ku li Minbîcê girtiye çeka MPT-76 di destê wî de ye, ev çek ji aliyê hêzên dewleta tirk tê bikaranîn. Di wêneyekî de jî yê li Helebê girtiye, kamûflaja leşkerî lê ye û bi tiliyan nîşana nîjadperestên tirk kiriye.

Ev wêne diyar dikin ku kujer di nav avadaniyên paramîlîter ên dewleta tirk de cih digire û di salên dawîn de li Sûriyeyê maye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar