Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Wêneyên Newrozê yên rojnameger kirin sûc

Derbarê xebatkarê rojnameya Azadiya Welat a bi KHK’ê hat girtin Denîz Kiliç de bi hênceta parvekirina medya civakî doz hat vekirin

Derbarê nûnerê rojnameya Azadiya Welat a bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hat girtin Denîz Kiliç ê Batmanê ji ber hênceta parvekirinên wî yên di medya civakî de xistin ber lêpirsînê. Di çarçoveya lêpirsînê de Kiliç di meha gulanê de hat binçavkirin û bi şertê kontrola edlî hat berdan. Kiliç ê ne girtî tê darizandin doz lê hat vekirin û îdianame hat amadekirin.

Îdianame ji aliyê Dozgeriya Êlihê ve hat amadekirin û di hesabê facebookê yê Kiliç de 7 wêneyên di navbera 2014’an û 2015’an de parve kiriye û îdia kirin ku “propaganda rêxistinê kiriye.”  Di îdianameyê de parvekirinên wêneyên daxuyaniyên çapemeniyê û pîrozbahiya Newrozê yên Kiliç wek sûc hatiye dîtin û bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kiriye” heta 5 salan cezayê girtîgehê jê re tê xwestin.

‘Armanc cezakirin e’

Kiliç derbarê doza lê hatiye vekirin ji ajansa MA’yê re axivî û got ku îdiayên derbarê wî de ne rast in. Kiliç anî ziman ku wî wêneyên legal û rewa parve kiriye û wiha got: “Derbarê min de dozek nû vebû. Ez îro ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê yên berê têm darizandin. Armanc rêbaziya cezakirinê ye. Ji ber min rojnamegeriyê dikir wan wêneyan parve kir. Di wêneyan de bi taybetî ez hatime bijartin.”

Danişîna doza derbarê Kiliç de hat vekirin dê di 28’ê mijdarê de li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê bê dîtin. ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar